Îrakli Garîbaşvilî bi Balyozê Çekyayê re hevdîtin kir

2023/10/78123-1698738116.jpg
Прочитано: 652     11:00     31 Октябрь 2023    

Serokwezîrê Gurcistanê Îrakli Garîbaşvîlî bi Balyozê Karûbar ê Awarte û Temsîlkar ê Komara Çekê ya li Gurcistanê Petr Kubernat re hevdîtin kir.

Li gorî daxuyaniya Sererkaniyê, di civîna destpêkê de têkiliyên navbera Komara Çek û Gurcistanê û hêviyên zêdetir ên hevkariyê hatin gotûbêjkirin.

“Serokê hikûmetê bi boneya destbikarbûna balyozê nû pîrozbahî li wî kir û hêviya serkeftinê di karên paşerojê de jê re xwest. Li ser girîngiya siyaseta derve ya Gurcistanê hat balkişandin û piştgiriya xurt a Komara Çekê ji bo serwerî û yekparçeyiya axa Gurcistanê, herwiha entegrasyona Ewropa û Ewropî-Atlantîkê hat destnîşankirin."

Li gor wezaretê, di civînê de gavên ku hikûmeta Gurcistanê ji bo cîbicîkirina 12 pêşnîyarên YEyê avêtine gotûbêj kirin.

Navenda Ragihandinê ya Serokwezîriyê di daxuyaniyekê de got: "Di civînê de tekezî li ser kûrkirina peywendiyên bazirganî û aborî di navbera welatan de û amadebûna her du aliyan ji bo karkirina di vî warî de hat kirin."

Тэги:

Îrakli Garîbaşvilî bi Balyozê Çekyayê re hevdîtin kir

2023/10/78123-1698738116.jpg
Прочитано: 653     11:00     31 Октябрь 2023    