Nadiya Murad bi Nêçîrvan Barzanî re civiya

2023/10/4545-1698392590.jpg
Прочитано: 627     15:30     27 Октябрь 2023    

Nadiya Murad di çarçoveya serdana xwe ya bo herêmê bo vekirina bîranîna jenosîda êzîdiyan, li gel Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê (Iraq) civiya.

Mijara sereke ya axaftina Nadiya Murad di merasîma vekirina bîrdariyê de, girîngiya dîtin û rizgarkirina 2000 jin û zarokên Êzidî bû ku heta niha di destê DAIŞ’ê de ne.

Serokê Herêma Kurdistanê yek ji piştgirên sereke yên vê erkê ye, Nêçîrvan Barzanî behsa hewlên berdewam yên ji bo hevgihandina jinan li gel malbatên wan kir. Her du aliyan li ser çareserkirina nakokiyên siyasî yên navbera Bexda û Hewlêrê li ser Şingalê jî gotûbêj kirin.

Nadiya Murad jî weke di axaftina xwe ya di merasîma vekirinê de, di hevdîtina xwe ya li gel Nêçîrvan Barzanî de behsa zêdekirina projeyên hikûmetê û darayî li herêmê kir. Wê herwiha tekezî li ser giringiya berdewamkirina belgekirina bi hezaran tawanên DAIŞê li dijî Êzidiyan kir.

“Rizgarkirin, vejandin û belgekirin gavên girîng ên edalet û saxkirina civaka Êzidî ne.”

Тэги:

Nadiya Murad bi Nêçîrvan Barzanî re civiya

2023/10/4545-1698392590.jpg
Прочитано: 628     15:30     27 Октябрь 2023    