Pêşketina jinên Êzidî yên Iraqê di warê xwepêşxistin û aramiya aborî de

2023/10/5464-1697188395.jpg
Прочитано: 589     15:30     13 Октябрь 2023    

Henan jineke êzîdî ya 21-salî ye ku ji cih û warên xwe bûye, ku li Sugar is Sweet, qehwexaneyek nanpêjxaneyek ku ji aliyê Weqfa Êzîdiyên Azad ve tê birêvebirin, dixebite. Henan pêşketinên jinên Êzidî yên piştî qirkirinê wiha nirxand:

“Berî jenosîdê ez û malbata xwe li Tel Kasab (Şengal) jiyaneke sade û aram dijiyan. Ne xema min hebû û ne jî min nizanibû ku tirsa rastî çi ye. Di sala 2014'an de dema ku DAIŞ'ê êrîşî Şengalê kir û malbata min reviyan kampa Xankê, rastî tirsa min hat. Qirkirinê tenduristiya me ya derûnî xera kir, em hîn jî li kampên ku em lê dijîn di rewşeke bêewlehiyê ya berdewam de zehmetiyan dikişînin.

Ji ber ku bavê min tenê yê ku debara malbatê dikir, wî meaşê xwe yê bêkariyê werdigirt, min dixwest ez jêhatîbûneke zêde bi dest bixim û karekî ji bo debara malbatê bibînim. Min li Navenda Karsazî û Fêrbûnê ya Weqfa Êzîdiyên Azad (FYF) li çend qursan îmze kir, di nav wan de dirûtin, tevnhevkirin, nanpêjkirin û muzîkê. Pêşî ez fêrî hunera destan bûm, paşê firsenda min hat ku ez li qehwexaneya “Şekir Şîrîn e” bixebitim. Karê min dihêle ku ez dahatek bistînim û debara malbat û xwişk û birayên xwe yên piçûktir bikim.

Ez bi xwe difikirim ku jinên Êzidî piştî qirkirinê pêşketineke mezin bi dest xistine, ji ber ku niha bi mêran re wekhev dixebitin. Jin bi rastî ji bo pêşketina her civakê xwedî hêz û girîng in. Ez difikirim ku FYF bi xizmet û piştevaniya xwe beşdarî baştirkirina jiyana gelek jinan kiriye.”

Тэги:

Pêşketina jinên Êzidî yên Iraqê di warê xwepêşxistin û aramiya aborî de

2023/10/5464-1697188395.jpg
Прочитано: 590     15:30     13 Октябрь 2023    