Ger Kurdistan erkên xwe yên li hember koçberên êzîdî pêk neyne dê bê piştevaniya Amerîkayê bimîne

2023/10/78965-1697188330.jpg
Прочитано: 3760     12:30     13 Октябрь 2023    

Di Foruma Penaber û Koçberan de, berpirseke Amerîkî, Cîgira Alîkara Wezîrê Derve yê Amerîka bo Karûbarên Iraq û Îranê Victoria Teilar ragihand, eger Kurdistan erkên xwe yên li hember penaber û koçberên êzîdî cîbicî neke, dê bê piştgirî bimîne.

“Tu piştgirê Kurdistana Iraqê ji Amerîka bihêztir nîne. Emê bi rijd li ser piştevaniya Kurdistaneke bihêz û berxwedêr di çarçoveya Iraqeke federal de berdewam bin, lê eger Kurdistan erkên xwe li hember penaber û awareyên êzîdî cîbicî neke, em nikarin piştevaniyê bikin. Kurdistan û Bexdayê ji bo alîkarîkirin û vegerandina navçeyên ku kêmîneya êzîdî lê dijîn, diravên mezin wergirtine û divê hûn erkên xwe yên ji bo vegerandina navçeyên ku kêmîne lê dijîn pêk bînin. Em bang li berpirsên Herêma Kurdistanê dikin ku rêyekê ji bo bidawîkirina nakokiyan û çareserkirina pirsgirêkên mezintir bibînin.”

Weke ku Taylor diyar kir, Washington di wê baweriyê de ye ku herêmeke bihêz a Kurdistanê ne tenê xizmeta berjewendiyên wê dike, lê belê xizmeta berjewendiyên Iraqê jî dike.

Dengê Êzdia

Тэги:

Ger Kurdistan erkên xwe yên li hember koçberên êzîdî pêk neyne dê bê piştevaniya Amerîkayê bimîne

2023/10/78965-1697188330.jpg
Прочитано: 3761     12:30     13 Октябрь 2023    