Çima zarokên penaber û koçberên Êzidî naçin dibistanê

2023/10/87979-1697019658.jpg
Прочитано: 513     12:30     11 Октябрь 2023    

Tevî ku ev nêzî mehekê ye li Iraq û Herêma Kurdistanê saziyên perwerdeyê vebûne, lê hîn jî bi hezaran zarokên Êzidî yên koçber û penaber naçin dibistanê. Piraniya zarokên di temenê dibistanê de ji ber rewşa xwe ya aborî nebaş neçar in bixebitin. Hin ji van zarokan demsalî li zeviyan dixebitin, hin jî li ser rêyan karên destan difiroşin. Derbarê zarokên Şingalê yên ku li herêma Enqerê ya Tirkiyê di zeviyên pîvazê de dixebitin jî agahî hene.

Şert û mercên zehmet ên jiyanê zarok neçar kirin ku karê demsalî bikin. Hin ji wan di 7-8 saliya xwe de dest bi kar dikin. Zarok tevî temenê xwe yê biçûk jî ji saet 06.00 heta 21.00 dixebitin.

Zarokên ku bi xwe di zeviyan de dixebitin dibêjin ku ji bo debara jiyana malbatên wan hebe pêwîstiya wan bi xebatê heye û ew nizanin ku dibe cuda be.

Zarokê bi navê Kapo yê 10 salî dibêje, heta ku tê bîra wî ew li zeviyan dixebitî, bavê wî ji aliyê terorîstên DAIŞê ve hat kuştin û bi vî awayî zarok jiyana diya xwe hêsantir dike.

Li aliyekê malbatên wan bi zehmetî debara xwe dikin, li aliyê din jî ji bo pêşeroja zarokên xwe bi fikar in. Xeyala dê û bavên van zarokan ew e ku zarokên wan wek zarokan bixwînin, da ku jiyana wan ji ya wan geştir bibe, lê gelek caran jî zehmetiyên jiyanê rê li ber pêkanîna van xewnan digire.

Li gorî raporeke Encumena Ewlekariya Kar a Iraqê sala borî zêdetirî 200,000 zarok neçûn dibistanê.

Тэги:

Çima zarokên penaber û koçberên Êzidî naçin dibistanê

2023/10/87979-1697019658.jpg
Прочитано: 514     12:30     11 Октябрь 2023    