Almanya dê koçberên neqanûnî hîn zûtir vegerîne Gurcistanê

2023/10/79845-1696494918.jpg
Прочитано: 417     11:00     05 Октябрь 2023    

Deutsche Welle radigihîne ku Almanya bi şeş welatan re ji bo têkoşîna li dijî koçberiya neqanûnî danûstandinan dike û dixwaze bi Gurcistan, Moldova, Kenya, Kolombiya, Ozbekistan û Qirgizîstanê re peymanên têkildar pêk bîne.

Di peymanan de dê bi taybetî vegerandina bi lez a koçberên neqanûnî yên ji Almanya bo welatê xwe were kirin.

Komîserê taybet ê hikûmeta Almanya bo rêkeftinên koçberan, Joachim Stamp, diyar kir ku “Gurcistan û Moldova xwedî girîngiyeke taybet in, ji ber ku zêdetirî ji sedî deh serlêdanên penaberiyê yên hatine redkirin li Almanyayê tenê ji welatiyên van her du welatan tên.”

Ji Çile heta Tebaxa 2023, 7,405 serlêdan ji hemwelatiyên Gurcistanê, 2,124 ji Moldovayê hatine wergirtin.

Li gorî Wezareta Karên Hundir a Almanyayê, di sala 2022 û nîvê yekem a 2023’an de ji sedî 99,9 serlêdanên penaxwazên ji Gurcistan û Moldovayê hatine redkirin.

Di dawiya Tebaxa îsal de, Almanya Gurcistan û Moldova xiste nav lîsteya xwe ya "welatên ewle" de, ku ev yek jî şansê penaberan ji bo wergirtina penaberiyê kêm dike.

Тэги:

Almanya dê koçberên neqanûnî hîn zûtir vegerîne Gurcistanê

2023/10/79845-1696494918.jpg
Прочитано: 418     11:00     05 Октябрь 2023    