Wezîrê Derve yê Almanya serdana kampên penaberên Êzidî dike

2023/03/1500-1678514436.jpg
Прочитано: 1316     15:00     11 Март 2023    

Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Burbock serdana Şingalê (Şingal) kir, Burbock serdana kampên penaberên êzîdî yên li Kadiya kir û ew bi xwe jî pê bawer bû ku di çi şert û mercên nemirovî de, penaber û rûniştvanên êzîdî ev 9 sal in di konan de dijîn. Rojnamevana naskirî ya li Almanyayê Duzen Tekkal a bi eslê xwe Êzidî, Mîrza Dinay, çalakvanê mafên mirovan ê Êzidî û nûnerên gelek saziyên sivîl çûn serdana goristana qurbaniyên jenosîda Koço.

Annalena Burbock soz da ku dê alîkariya ji bo vegerandina jiyana asayî ya li herêma Êzidxanê bike û her wiha sûcdarên qirkirinê bên darizandin.

Annalena Burbock li ser rûpela xwe ya Instagramê wiha nivîsiye: “Gundê Koço yê Iraqê yek ji wan cihên cîhanê ye ku xirabiyê rûyê xwe nîşan daye. Koço berê gundê tijî jiyan bû, niha bûye cihê mirî û şînê. Cîhanê pêşî li qirkirina Êzidiyan a li ber çavên me negirt. Berpirsiyariya me ya li hember rizgarbûyan çiqasî mezintir be.”

Li gor şêniyên kampa êzdiyan bixwe, rêveberiya xwecihî ya kampê û berpirsên kurd yên rasterast ser bi nivîsgeha Mesûd Barzanî ne, rewşa penaber û koçberên êzdî vedişêrin, lê rûniştvanên kampê hê jî hêvîdar in ku piştî serdana Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê, wê rastiya rewşa Êzidiyan eşkere bibe.

Em bi bîr tînin ku ji sala 2014 heta 2023 Almanyayê zêdetirî 800 milyon euro alîkarî pêşkêşî kampên penaber û awareyên êzîdî yên li Kurdistanê kiriye, lê ev pere ji bo çi hatine xerckirin heta niha nehênî ye.

Mlêtê Êzidî

Тэги: #Mlêtêêzidî   #Dengêêzdiyan   #Êzidî   #Êzdîxan  

Wezîrê Derve yê Almanya serdana kampên penaberên Êzidî dike

2023/03/1500-1678514436.jpg
Прочитано: 1317     15:00     11 Март 2023    