Çêkirina rê û tuneleke nû ya li ser sînorê Gurcîstan û Rûsyê wê heta sala 2024

2022/01/98465-1642403364.jpg
Прочитано: 1679     11:00     17 ЯНВАРЬ 2022    

Çêkirina rêya Kveşetî-Kobî ya 23 kîlometreyî û tunela ji 9 kîlometreyî ku beşeke girîng a projeya nûjenkirina korîdora veguhastina Bakur-Başûr e, di qonaxeke aktîf de ye û wê heta sala 2024'an biqede. Serokê beşê otobanê yê wezareta geşepêdana herêmî ya Gurcistanê Georgy Tseretîlîs di dîdarekê de bi forbes Gurcistanê re got.
Bi bikaranîna rêya Kvesheti-Kobi, ajokar wê karibin beşa herî bi pirsgirêk a rêya Mtskheta-Stepantsminda-Lars - beşa Kobi-Gudauri, ku zivistanan gelek caran ji ber xeteriya avalanan girtî ye, derbas bikin. Tûnela ku li binê Xaçerêya Xaçê (ji gundê Tskere heta gundê Kobiyê) tê kolandin, avahiya endezyariyê ya herî tevlîhev a sîteyê ye. Avahîya wê, ji bo şîrketa Çînê ya bi navê China Railway 23emîn Koma Buroyê hate peywîrdarkirin.
"Arasteya sondajê ya tunelê ku bi taybetî ji bo vê projectê hatibû çêkirin, radestî Gurcistanê hat kirin. Îro ji bo herêmê tuneleke bêhempa bi awayekî serkeftî ava dikin. Mixabin kompanyayên Gurcistanê di evê qonaxê de xwedan jêder û ezmona bi cihanîna projeyên evê pileyê û rêvebirinê nînin.
Ji xwe beşeke ji du kîlometreyan a tunelê hatiye danîn, her wiha bi 2,2 kîlometreyan jî tunela valakirinê hatiye danîn.
Li gorî Tsereteli, di salên 2020-2021'ê de bi giştî 70 kîlometrerêya rêya navneteweyî ya Rojhilat-Rojava hatiye vekirin û tevî beşeke 41 kîlometreyî ya rêya Bypass a Kûtaîsî, beşeke ji 18 kîlometreyî ya japonya-Lanchxûtî, her wiha beşek ji 13 kîlometreyî ya rêya bypass a Xaşûrî jî hene. Di hemû rewşan de piraniya xebatan ji aliyê şîrketên herêmî ve hatin kirin.
Tsereteli got, "Bi giştî di sala 2020-2021'an de me bi 142 şîrketan re 265 peyman îmze kirin, ku zêdeyî 1,2 mîlyar jê hatin razemenîkirin û ev [mîqdar] tenê ji bo rehabîlîtasyon û sererastkirina rêyên xwedî girîngiyeke navxweyî û navneteweyî hatine xerckirin."

apsny.ge

Тэги:

Çêkirina rê û tuneleke nû ya li ser sînorê Gurcîstan û Rûsyê wê heta sala 2024

2022/01/98465-1642403364.jpg
Прочитано: 1680     11:00     17 ЯНВАРЬ 2022    