Banka Asyê ji bo pêşxistina binesaziyê pere ji Gurcistanê re veqetand

2021/11/96230-1636707525.jpg
Прочитано: 980     14:00     12 Ноябрь 2021    

Banka Pêşvebirinê ya Asyê (ADB), di daxuyaniya xwe de ragihand ku ji bo çêkirina binesaziya heyî ya li Gurcîstanê, krediya ji 101 mîlyon Euroyî ya ji bo modernîzekirina binesaziya heyî, erê kiriye.
Di projeyê de nûjenkirina navendên bajêr, park û veguhestina giştî heye.
Gurcîstan wê di çarçoveya bernameya ADB a bi navê "Projeсte razemeniyê yên ji bo pêşvebirina hevsenga bajaran û eşkerekirina mezinbûna aboriya wan a gengaz" de pereyan werbigire.
Dîrektorê Giştî yê ADB yê asyaya Navîn û Rojava Evgenî Jûkov got, "Ev proje wê piştgiriyê bide başbûna Gurcîstanê ya piştî pandemîk û bibe alîkar ku bajarên wê ji guherîna avhewayê bêhtir livbar, tevlîhev û berxwedêr be."
Di heman demê de da xuyakirin ku Gurcîstan di salên dawî de serketineke girîng an aboriyê bi dest xistiye, lê belê welat bi giranî ketiye bin bandora pandemîka coronavîrûsê.
Di projeсtê de nûjenkirina navendên bajêr, park û veguhestina giştî heye. Her wiha di çarçoveya projeyê de wê pirtûkxane, baxçeyên zarokatiyê, kompleksên sporê û avahiyên din ên cemaweriyê bên çêkirin.
Armanca vê projeyê ew e ku mirov ên astengdar, jin û zarok ji bo kal û pîran hawîrdoreke alîgir pêşve bibin. Di projectê de her wiha wê ji bo restorekirina cihên çandî, navendên dîrokî yên bajêr û cihên din ên tûrîstîk destek were dayin.
Banka Pêşvebirinê ya Asyê ji sala 2007an ve piştgirîya Gurcistanê dike û yek ji şirîkên herî piralî ye. Nirxê giştîyê qerzên ku ji Gurcistanê re hatiye dan 3.92 milliyard Dollar e û projeyên alîkarîya teknîkî jî 28.9 milliyon Dollar.

Sputnik-georgia.ru

Тэги:

Banka Asyê ji bo pêşxistina binesaziyê pere ji Gurcistanê re veqetand

2021/11/96230-1636707525.jpg
Прочитано: 981     14:00     12 Ноябрь 2021    