Wezîrê Parastinê yê Gurcistanê li ser hevkariya DYA û hilberîna çekên herêmî

2021/03/54451-1616659419.jpg
Прочитано: 784     11:00     25 Март 2021    

Wezîrê bergirîyê yê nû yê Gurcistanê Juansher Burchuladze di dîdara xwe de ya bi kanala Rustavi 2 a tv re behsa hevkarîya navbera Gurcistanê û Amerîka û berhemanîna herêmîya çekan û kirrîna çekên biyanî kir Wezîr Burchuladze di 4ê Adarê de bi hevpîşeyê xwe yê Amerîkî Lloyd Austin re bi telefonê bi bîr xist û diyar kir ku wî ji hevkarê xwe re gotiye ku Wezareta Parastinê ya Gurcistanê wê li kûrahiyên krîza siyasî ya li welêt nekeve "Min tekez kir ku hikûmeta me tu carî xetên sor ên demokrasiyê derbas neke" û wiha pê de çû.

Li gor Juansher Burchuladze, wî soz daye hevtayê xwe yê Amerîkî ku artêşa Gurcistanê heta dawîya mîsyona aştîxwazî ya NATO'yê li Afganistanê bimîne Wezîr got, "Em amade ne li her derê, bi hevkarên xwe re li ser pîvana global ji bo aştiya cîhanê têbikoşin."

Li gor gotina wezîrê bergirîyê ji alîyê xwe ve ́ ́ hukûmeta nû ya Amerîka amadeye ji bo parastina demokrasîyê li deverê û hevkarîya me zêdetir bike ́ ́ ku li gor gotina wî bi "Danûstandinên telefonî, serdanên guhartinê  serdanên firokeya wan bo bendera (Gurcistanê) piştrast dibe.

Juansher Burchuladze wiha got: "Bi xwezayî her du alî li hev dikin ku rîska agresîf a Rûsyayê ya li herêmê zêde dibe û bi dîtina min a şexsî ev yek wê entegrasyona me ya natoyê hê zêdetir bike."

Di dîdarê de wezîrê bergirîyê herwisa tekez li ser girîngîya xurtkirina berhemanîna serbazî di çarçêweya amadeyîya hêzên bergirîya welat de kir "Em bi hevkarên xwe re li ser hilberîna dron û çekên cuda dixebitin, ku ev yek jî wê di dema pêş de rê li ber encaman veke" û anî ziman ku meha bihurî bi vê armancê ew serdana Polonya û Çekyayê kiriye. Li gorî Burchuladze wezareta parastinê berê şervana Su-25 tamîr kiriye û her meh dê li welat şervanekî din ê rehabîlîtekirî jî heye. Li gorî wezîrê parastinê hilberîna herêmî li Navenda Zanist û Teknolojiya Leşkerî ya Delta yê ji nû ve dest pê kiriye û di heman demê de Gurcîstan plan dike ku çekên biyanî bikire, tevî sîstema antî-tank a Javelin a Amerîkî ku yekemcar di sala 2018'an de ji aliyê Gurcistanê ve hatibû qebûlkirin, dema Levan Îzorîa wezîr bû.

Juansher Burchuladze jî peymana ku di sala 2020 'an de bi Îsraîlê re hatiye îmzekirin û li ser esasê wê sîstema parastina hewayî ya Gurcistanê wê 'bi temamî were restorekirin û nûjenkirin' bi bîr xist û anî ziman ku ev pêvajo ji niha ve dest pê kiriye Wezîrê Parastinê got, "Beriya dawiya vê salê em ê berhemê wergirin."

civil.ge

Тэги:

Wezîrê Parastinê yê Gurcistanê li ser hevkariya DYA û hilberîna çekên herêmî

2021/03/54451-1616659419.jpg
Прочитано: 785     11:00     25 Март 2021    