Rêveberiya Xweser a Şangalê 13 daxwaz ji Al-Kazimî kir

2021/03/78094-1616490561.jpg
Прочитано: 870     15:30     23 Март 2021    

Meclîsa Rêveberiya Xweser a Şangalê ji bo piştgiriya qanûn û darazê, ji bilî parastina hêzên ewlekariyê piştî ku peymana ku di navbera Bexda û Hewlêrê de der barê Şangalê de pêk hat, pêwîstî bi avakirina rêveberiyek serbixwe û hêzên çekdar heye. Bi vî rengî hikûmeta herêmî bi 13 pûanan serlêdanek weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku divê Êzidî di bin her nav û hêzekî de xwedî rêveberiyek xweser a Şengalê bin Beriya niha bi salan damezrandina Meclîsa Rêveberiya Herêmî hatibû ragihandin.

Li gorî daxuyaniya ku ji heyetê re hat şandin, pêwîst bû ku çarçoveyeke qanûnî bê avakirin ku di bin navê Asayîşê Êzidhan (Yekîneyên Xweparastina Êzidiyan) de di navenda sîstema dadgeriyê de bi qanûnî bimîne. Ji bilî destekkirina hêzên berxwedana Şangalê, li hemberî êrîşên herêmî parastina qanûn û dadgeriyê û dawîanîna li "dorpêçiya" ku di navbera Şangal, Kurdistan û Mûsilê de hatiye ferzkirin.

Hêzên Asayîşê Êzîdhan ku zêdetirî hezar şervanên Êzidî yên girêdayî berxwedana Şangalê ne, li gorî ku hikûmeta Iraqê di çarçoveya pêkanîna rêkeftina ku di navbera hikûmeta federal û hikûmeta Herêma Kurdistanê de li ser asayîkirina rewşa Sinjarê hatibû îmzekirin,  dikin ku navenda xwe li devera Şangalê vala bikin.

Ev peyman di Cotmeha 2020 'an de ji bo ji nû ve birêxistinkirina rêveberiya li Sinjarê di navbera her du aliyan de hatibû îmzekirin û di peymanê de her wiha hatibû gotin ku divê 'rola sereke' ji hêzên nêzî PKK'ê yên li Şangalê re neyê dayin.

Di daxuyaniya ku ji Al-Kazimî re hate kirin de tê de tê gotin ku peymana Şangalê bes e û destnîşan kir ku ev peyman tenê di navbera hikûmeta federal û Partiya Demokrata Kurdistanê de pêk hatiye bêyî ku nêrînên şêniyên Êzidî yên Şangalê û aliyên din di ber çavan re derbas bikin. Di belgeyê de her wiha tê gotin ku "di dema êrîşa ya Tebaxa 2014'an de, berpirsyariya hêzên ewlekariyê yên girêdayî Partiya Demokrata Kurdistanê" ku bi dev ji Şangalê berdaye, ji bîr neke. Ew yek jî tekez dike ku pêwîste çavdêrîyeke nêzîk di dema hilbijartinên bihê de bihê kirin "ji tirsa ku destê Partîya Demokrata Kurdistanê di dengên encûmanan de hebê û wan bi zorê deng bide wan."

Di daxuyaniyê de her wiha banga vegera Êzidiyên koçberbûyî yên di nava şert û mercên dijwar de dijîn û pêwîstiya vegera wan bi hêsanî bê kirin û her wiha ji bo malbatên ku ji ber êrîşên DAIŞ'ê ziyan dîtine tazmînatê bidin.

Navçeya Şangalê 120 km dikeve rojavayê Mûsilê û ji aliyê îdarî ve bi parêzgeha Nînowa ve girêdayî ye, lê ev herêm weke yek ji deverên nakok di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de tê hesandin.

Îbrahîm Êzidî-Sinjar

Тэги:

Rêveberiya Xweser a Şangalê 13 daxwaz ji Al-Kazimî kir

2021/03/78094-1616490561.jpg
Прочитано: 871     15:30     23 Март 2021    