R’abim her’im, bi h’emêza, mila bînim
R’abim her’im
R’abim her’im gula bînim,
Bi h’emêza, mila bînim,
Ji cinetê sêv xelata
Tême berîya xwe bighînim.
Bi saz û naz yara min tê
Vê baharê bahare tê
Te’vê şe’ra xwe êxistîye,
Li wê kirîye, ça te’ve tê.
Ez dilê xwe nola gula,
Bir’eşînim nola gula,
Li ser r’îya wê û baharê
T’evî sewta van bilbila.
Bira bê û serr’a her’e
Movik, movik ser biger’e,
T’enê icar vê baharê
Bahara min min veger’e.
R’abim her’im gula bînim,
Bi h’emêza , mila bînim,
Bir’eşînim li ser r’îya wê
Bira bêje ezî dînim.
ÊzîdXan.Fr
Тэги: езиды культураезидов yazidisinfo cultureofyazidis