KILOÇA  SERÊ SALÊ…

2019/03/17266-1552465424.jpg
Прочитано: 4840     16:25     13 Март 2019    

Her miltetek, her dîn û dîyanetek bi e’rf û e’det , bi r’ê û r’isimên miletîyêva dewlemende. Dîroka êzdîya dighîje 6 h’ezar salê,êzdî di nava wan sal û qur’nada  r’iya gelekî çetinva derbaz bûne,  t’alan , kuştin,cî derxistin, p’enaberî… lê gelek tiştên pîroz jî di nava ayîna dînê xweda xweykirine û gîhandine h’eta r’ojên îroyîn.

Êzdîyên  Sovêta berê , li Ermenîstan û Gurcistanê gelek e’yd û e’refatên xwe ji undabûnê xilazkirine, ji wan yek jî Kiloç’a Serê Salêye.

Kiloç’a Serê Salê mehe adarêda tê pîrozkirinê. Me’na wê ji k’ûraya  qur’nan tê. Berî çend h’ezar salan sal ji meha adarêva despê dibû, ew r’oj  nava gelek miletên kevnarda bi t’aybetî dihate pîrozkirinê û ev yek ji alîyê êzdîyava  h’eta r’ojên îroyîn hatîye xweykirinê. Eva yek dîsa  careke din îzbat dike, ku êzdî ji miletên herî kevnarin, ku k’oka xwe xweykirin. Kiloç h’evtîya sisîya di meha adarêda r’oja çarşemê tê pe’tinê , r’oja pêncşemê tê kerkirinê /lê nava gelek qebîlada jî r’oja sêşemê tê pe’tinê, çarşemê tê kerkirinê/. Kiloç ji h’evt te’man tê pe’tinê ar, r’un, hêk, qat’ix/mast/toxavik, xwê, hevîrtirşik, şekir. Morîk dikine nava hevîrê kiloçê, distrên û dipêjin. Pêncşemê şebeqê h’emû naferên malê dora t’exte  berav dibin, malxwê malê berê xwe dide Şems , de’wê xwe dike û destbi kerkirina kiloçê dike. Pêşiyê kiloç ortêda dikin du p’ara, divên eva Xeta Cot. Paşê p’ara Mêr- Milyak’etan tê kerkirinê, p’ara Şems, Xwedanê malê, Memê Şivan, Gavanê Zerzan,Xat’ûna Ferxa, Xefûrê r’iya û H’evt Syarê Mala Adîya. Piştir’a p’ara neferên malê tê kerkirinê, malxwê malê, kevanîya malê,kurên malê, bûkên malê,/p’ara zur’eta qîzîn naê kerkirinê, ev jî bi vê me’nê tê $irovekirinê, wekî ewana  ji  mala bavê diçin û r’isq û p’ara wan   di mala xezûrdane/. Eger morî p’ara Mêr- Milyak’eta k’et, wekî usane ev Mêr -Milyak’et wê salê piştovanê wê malêye. Lê gava p’ara nefera malê  k’et, divêjin  “dewlemendîya wê salê serê wî yan wê dane.

Bira Kiloça Serê Salê li t’emamîya Êzdîxanê bimbarek û pîroz be.

ÊzîdXan.Fr

Тэги: езиды   езидымира   праздник   клочезидов   yazidisinfo   yezidis   klochasaresale   yezidiscelebration  

KILOÇA  SERÊ SALÊ…

2019/03/17266-1552465424.jpg
Прочитано: 4841     16:25     13 Март 2019    