Cil û bergên jinên kurd ên êzdî yên Qefqasyayê

2019/03/50230-1552290977.jpg
Прочитано: 4650     15:30     11 Март 2019    

Ji Cil û bergên jinên kurd ên êzîdî yên Kafkasyayê hate beralîkirin

Li cîhanê her gel, bi çand, tore û kevneşopiyên xwe tên naskirin. Nasnameya gelekî; bi çand, kevneşopî û kelepora wî xwe dide der. Bi taybetî jî, di warê çanda xwekirinê de, her gelek xwedî cil û bergên bi şêwazên cihê cihê ye. Wekî hemû gelan gelê êzidî jî, bi çand, tore û kevneşopiyên xwe yên cihêreng balê dikişîne û wek xezîneyeke dewlemend ya dîroka civakî ye. Lê wekî hemû qadên jiyanê nebûna welatekî yekpare, di warê cil û bergan de jî di nava kurdan de cihêtiyek derxistiye holê. Ji ber vê yekê jî her parçeyek Kurdistanê, her herem û her hawirdorek, di warê modelê de xwedî hin xweseriyên taybet e. Ligel parçeyên Kurdistanê jinên êzidî yên li derveyî welêt, bi taybetî jî yên ku li Kafkasan dijîn jî, bi cil û bergên xwe yên xweser û cihêreng balê dikişînin. Heya roja îro jî, keleporê lixwekirinê hîn tê parastin, bi taybetî jî di nava jinên temen-mezin de. Lê çi mexabin ku bayê guherînê yê demê êdî hêdî- hêdî berê xwe daye wan jî...

Bê guman wekî gelek warên jiyanê, di warê cil bergan de jî xaka ku mirov li ser dijî diyarker e. Ango cil û bergên ku em li xwe dikin raste rast bi dîroka me û xaka ku em li ser dijîn re girêdayî ne. Yanî girêdaneke mezin di nava xaknîgariyê û kelupora civakekê de heye. Dîsa di warê cil û bergan de; ol û aborî jî diyarker in. Lê ev hemû hêman bi hev bandor dibin û bandorê li hevdikin; tu caran ji hev cuda nabin.

Êzîdiyên li Qafqasya (Ermenistan û Gurcîstan) jî bi pirahî ji ola Êziditî ne. Êzidî ku ji heremên Kurdistanê yên wek (Qers, Sînek, Şerfedîn, Mûş, Îxdir û Wan ê) koç kirine ji ber qetliamen dewleta tirk û hevlabendiyen kurd a ye hemidiye hatine van deran; hîn jî bi çand û kevneşipiyên cîhên ku lê hatî bi xwere anîbûn dijîn. Di warê cil û bergan de jî ew yek wisa ye û hema- hema di vî warî de jî hîn tişteke wan neguheriye. Ev yek bi taybetî ji bona jinê derbas dibe; jiber ku cil û bergên mêran(zilam) hatine guhertin, lê jin hîn li ser kevneşopiyên xwe yên dimeşe.

Êzîdî yên ku li Qafqasya dijîn; bi pirahî li bajarên wekî Qers, Wan Bitlîs û bajarên din hatine. Wan çand û cil û bergên xwe jî li sînoran derbaskirine û bi xwe re anîne. Ew hîn jî cil û bergên wekî kesên li aliyê sînor ên din, ên ku qet nedîtine lixwe dikin. Ew li pişt sînoran dengê dohol, zirne, dawet, stran û çekan guhdarî dikin û xeyalên rabirdû û pêşerojê dikin. Ji ber ku bi dîtina wan, ew deng û rengê kal û bavên wan in. Çendî ku cudatiyeke olî di nava Kurdên herdu aliyên sînor de hebe jî, lê mirov dikare bêje ku kelopor û awayê jiyana wan ya civakî wek hevin. Ev jî derdixe holê ku cilên jina Êzîdî ya Qafqasya, ne hêmaneke olî ye. Yanî ne cilên olî ne, lê ewna cilên netewî yên herema Serhede nin. Di heman dem de, dema ku mirov mêze dike, dibîne ku cilên jina Êzîdî ya Elegezê, ne weke ya jineke Êzîdî ya çiyayên Şengalê ye! Ev yek jî dide nîşan ku cil, berg, kultur û şemala jinekê, ji hêmanên olî bêhetir, bi hêmanên aborî, xaknîgar3i û şêwazê jiyanê re girêdayîye.

Тэги: ezidi   ezidiofcaucasus   yazidisinfo   historyofyazidis   езиды   езидыкавказа   историяезидов  

Cil û bergên jinên kurd ên êzdî yên Qefqasyayê

2019/03/50230-1552290977.jpg
Прочитано: 4651     15:30     11 Март 2019    