Penaberên êzîdî neçar man careke din vegerin kampên Dihokê

2023/09/1500-1693635512.jpg
Прочитано: 494     15:00     02 Сентябрь 2023    

Desthilatdarên Parêzgeha Dahukê ya Kurdistana Iraqê komîteyek ji bo nû tomarkirin û bicihkirina koçberên êzdî yên ku neçar mane vegerin kampên awareyan piştî hewla vegera bo malên xwe li devera Şingalê ava kirine.

Civaka Êzîdî ya Şengalê di sala 2014’an de dema ku Dewleta Îslamî (DAIŞ) herêma malên wan dagir kir, ji gelek kiryarên qirkirinê rizgar bû. Di encamê de gelek êzdî neçar man cih û warên xwe biterikînin û xwe bigihînin Kurdistanê.

Di sala 2020an de Neteweyên Yekbûyî di danûstandinên rêkeftina Şingalê ya navbera Hewlêr û Bexdayê de roleke sereke lîst. Armanca wê asayîkirina rewşa welatê êzdiyan û asankirina vegera awareyên navxweyî (IDP) bo cihên xwe bû.

Niha nêzîkî 320,000 Êzdî li kampên awareyan li Kurdistanê dijîn.

Nêzîkî 9 sal bi ser rizgarkirina Şingalê ji destê terorîstên DIŞIê re derbas dibe, lê piraniya awareyan hîna li navçeyên Kurdistanî mane û ji ber ne aramî û nebûna ewlehiyê newêrin vegerin Şingalê.

Rayedarên Kurdistana Iraqê bi berdewamî daxwaza cîbicîkirina rêkeftina Şingalê û vegerandina aramiyê li navçeyê ji bo vegera êzîdiyan dikin. Li gorî vê rêkeftinê divê Bexda û Hewlêr bi hevbeşî pirsgirêkên ewlekarî û siyasî yên Şengalê çareser bikin.

Kêmariya êzdî hêvî dike ku pêkanîna bi bandor a vê peymanê bibe alîkar ji bo vegerandina jiyana aştiyane ji bo civaka wan.

Dengê Êzdia 

Тэги: #Dengêêzdiyan   #Mlêtêêzidî   #Êzidî  

Penaberên êzîdî neçar man careke din vegerin kampên Dihokê

2023/09/1500-1693635512.jpg
Прочитано: 495     15:00     02 Сентябрь 2023    