Çima dîlên Êzidî ji kampa Holê nayên berdan

2023/08/1500-1691823561.jpg
Прочитано: 662     15:00     12 Август 2023    

Rewşa kêmîneya êzdî li Iraq û Sûriyê berdewam e. Êzîdî di sala 2014’an de rastî tundûtûjiyên hovane ji aliyê DAIŞ’ê ve hatin û gelek ji wan hê jî ne diyar in. Nakokî li ser hejmara êzîdiyên ku niha li kampa Holê li Sûriyê ne, hene, lê diyar e ku hin kes hene ku ji ber fikara ewlehiyê, zextên derûnî û madî nikarin vegerin malên xwe. Civaka navdewletî bi têrkerî bersiva jenosîda êzîdiyan nedaye û heta niha jî gelek êzîdî li benda alîkariyê ne di êsîr û koletiya malbatên DAIŞê de li kampa Holê.

Rêveberê Ofîsa Rizgarkirina Êzidiyên revandî ya ser bi Serokê Herêma Kurdistanê li Iraqê Husên Qaidî dibêje, hejmareke zêde ya jinên êzîdî li kampa Holê hene, lê ji ber sedemên redkirina wan û ewlehiyê ew nikarin vegerin malên xwe. Êzidiyên kampa Holê di rewşeke pir dijwar de ne, hema hema hemû jinên Êzidî bi darê zorê hatine islamkirin, rastî lêdan û destdirêjiyê hatine, di encamê de piraniya jinan xwedî zarok in. Berdevkê Encumena Karûbarên Giştî yên Êzdiyên Sûriyê Ednan Resûl Hesen got ku Êzdiyên li kampa Holê di bin gefa revandiyan de ne û ew nikarin birevin. Çalakvan û jinên Êzidî yên ji kampa Holê hatin rizgarkirin, diyar kirin ku rêveberiya kampê ji tiştên ku li wir diqewimin agahdar e, lê ji ber sedemên nediyar her kes bêdeng e.

Heya roja me ya îro jî qetlîama êzdiyan a navneteweyî nehatiye naskirin. Herî dawî hikûmeta Brîtanyayê jenosîd nas kir, lê hikûmeta Iraqê qebûl nekir. Ev nenaskirin nahêle civaka navneteweyî ji bo alîkariya Êzdiyan bikeve nava tevgerê.

Civaka Êzidî bang li Neteweyên Yekbûyî dike ku alîkariya Êzidiyan bike, Êzidiyan gelek êş kişandine û ji bo avakirina jiyana xwe pêwîstiya wan bi alîkariya civaka navdewletî heye.

Dengê Êzdia 

Тэги: #Dengêêzdiyan   #Mlêtêêzidî   #Êzidî  

Çima dîlên Êzidî ji kampa Holê nayên berdan

2023/08/1500-1691823561.jpg
Прочитано: 663     15:00     12 Август 2023    