Dîroka êzdîtiyê êzdiyan heya 6000 sal beriya hatina Hîsa Pêxember dice

2019/03/53746-1552212540.jpg
Прочитано: 2152     18:06     10 Март 2019    

Dîroka derketiya êzdiyan heya 6000 sal beriya hatina Hîsa Pêxember dice.

Êzdiyatî, yek ji kevintirîn dînên kurdan û Rojhilatê ye, ku hina gelek aliyan de bi efsûn û ne eşkerabûyî (ne eyanbûyî) ye ku metelmayîbûna xwe diparêze. Heta hatina dînê îslamê, li ser erdê Kurdistanê, piraniyê kurdan şopenderê (duketî) êzdiyatî û zerdeştiya klasîk bûne.

Tê diyarkirinê ku bingehê dînê êzdatiyê divê di nav dînê civaka hind û îranî (hindo-îranî) de bê lêkolînkirinê. Ji ber ku di êzdatiyê de tomeriya fikirên hind û îranî yên kevin esas in, ku bi fikrên hind û arî ve nêzîkê hev in. Gotina "êzd", kifş e, ku ji gotina Avêstayê ya yazata tê. Gotina yazat jî ji koka gotinên îraniya kevin *yaz- tê ku fêlnîşê gereke ye (–a + ta- → yazata-), ew, ku gere bê hebandinê.

Ji ber sedemên tarîxî, êzdatiyê de hinek guhertin çêbin jî, ev guhertin bingehîn nîne û êzdatiyê heta niha kariye taybetiyên eslî biparêze û ferzên ku bi dînê mezin mexsûs in, xweyî bike: dogma, rê û rism, edet û qaîde, hîyerarşî ya rûhanî û hwd. Xisûsiyetên vî dînî, wisa jî zerdeştî û dînê hindî ew e, ku êzdî gere tenê ji bûyîna xwe êzdî be, kesê ne êzdî nikare êzdî be.

Carina bi êzdiyatî dibêjin "dînê polîteyistîk" (pirxwedêtî), lê sebeb nîne, wekî êzdatiyê wisa bê navkirinê. Êzdiyatî yek ji dînên monotêîzmî ye.

Sîstêma ola êzdiyan de, cihekî gelek girîng Tawusî Melek digire, ku bi şikilê tawûs nîşan dikin. Wextê berê çend nivîskaran Tawusî Melek wek „nîşanê xirabî“ bi nav dikirin û êzdî jî wek "xirabîperest" hesab dikirin. Gore fikirên dînî yên êzdiya bi xwe, Tawusî Melek yek ji heft melekan bû, ku Xwedê ew afirandin. Xwedê Tawusî Melek roja yekşemê, ewilê afirand. Ew ciyê here mezin di kozmolojiya êzdiyan de digire.

Bona êzdiyatîyê di dîrokê de faktorek gelek ferz û giring Şêx Adî û ulmê wî bû, ku navbera salên 1073 û 1162an dijiya. Di wextê wî de êzdiyatî ji gelek aliyan ve hatiye rêformkirinê. Bi fikrên êzdiyan Şêx Adî ne tenê merivêk dîrokî bû ku di êzdatiyê de rêform çê kiribû, lê belê ew heman wext de wek merivek bi keremat, gelek xwedênas û merîyê biçîrok bû jî.

Heta heyama me, tenê du pirtûkên muqedes gihîştine, ku navê wan Meshefa Reş û Cilvê ne. Ew pirtûk bi herfên mexsûs bi zimanê kurdî hatine nivîsînê. Nivîsandin li gorî fikrê êzdîya û wisa jî qaîdê fikrên zerdeştî, aqilbendîya (zandarîya) mexfî ye. Lema divê qedir li dogmayên dînî û fikrên xwedênasan bê girtinê û ew, ji merîyên ku dînê din dihebînin bêne parastinê. Carina jî wisa vedişartin, ku îzin nedidan wekî mirid jî, ji şêx û pîran ulmê dîn bizanbin.

Destûra xwendinê û şirovekirina pirtûkên pîroz tenê ya ruhaniyan bû. Dibe, bi vî sebebî jî belabûîna tevavîyê pirtûkên pîroz nebû û wan li ser jîyana dînî yê her rojê êzdîyan tesîra mezin nekirin. Dînê êzdîyan bê nivîsar û devkî ji nifşekî heta nifşa dinê ji aliyê dê û bavan ve bi zarokan dihate veguhastinê.

Koka ulmê ayînê êzdiyan, ne ewqas di du pirtûkên muqedes de hatiye beyankirinê, lê ferzî û qîmetî bona lêkolîn û şirovekirina êzdîyatî qewil û beyt û çîrokên êzdîya ne. Bê wan bi ulmê dînî yê êzdîya û duakirina wan guman nabe. Bi qaîdê qewl û beyt disitirên bi dûçûyîna def û şibab.

Hemû civata êzdiyan û praktîka dînî ya wan li ser qesd-têokratîk tê parvekirinê. Êzdî tên parevekirinê li ser rûhanî (dunav) û mirîdan. Rûhanî, li sirîya xwe de, têne parevekirinê li ser şêx û pîran. Wezîfe û borcên şêx, pîr û mirîda her ber bo ber (wirase) ye. Zewac orta van sê qesda qedexbûyî ye.

Тэги: ezidi   yazidisinfo   historyofyazidis  

Dîroka êzdîtiyê êzdiyan heya 6000 sal beriya hatina Hîsa Pêxember dice

2019/03/53746-1552212540.jpg
Прочитано: 2153     18:06     10 Март 2019    