Hazim Tehsîn Beg: Papa soz da ku ji bo Êzidiyan her tiştî bike

2022/11/57-1668667266.jpg
Прочитано: 1275     12:30     17 Ноябрь 2022    

Serokê ruhanî yê êzdiyên Iraqê Mîr Hazim Tehsîn Beg û şanda pê re li Vatîkanê bi Papa Francisos re hevdîtinek pêk anî.

Tehsîn Beg derbarê hevdîtina ku li ser vexwendina fermî pêk hat de daxuyaniyek da û got: “Civîna girîng bû, em bi germî hatin pêşwazîkirin. Me behsa rewşa Êzdiyan û rewşa Şingal û Başûrê Kurdistanê kir. Papa soz da ku ewê her tiştî bikin ji bo êzîdiyan daku civaka navdewletî fişarê li Iraqê bike ji bo çareserkirina pirsgirêka Şingalê.”

Nakokiyên siyasî yên li Şingalê li ser vegera bi hezaran êzdiyan bo warên xwe, çarenivîsa 3 hezar jin û zarokên wenda bûne mijarên sereke yên hevdîtina Papa Francis û Emîrê Êzdiyan. Meyan Xatûn, hevjîna Hazim Beg ku di heyetê de cih girtibû jî anî ziman ku ew dixwazin neheqiya li ser hemû jinên cîhanê û bi taybetî jî li dijî jinên Êzidî bê kirin.

Papa piştî ku bi baldarî li pirsgirêkên Êzdiyan guhdarî kir, soza alîkariya êzdiyên Iraqê û koçberên êzdî yên li Yewnanîstanê asê mane da.

Mlêtê Êzidî

Тэги:

Hazim Tehsîn Beg: Papa soz da ku ji bo Êzidiyan her tiştî bike

2022/11/57-1668667266.jpg
Прочитано: 1276     12:30     17 Ноябрь 2022    