Parlamenterê Iraqê daxwaz ji serokwezîr kir ku hindikahiya êzdî jî di avakirina hikûmetê de cih bigire

2022/10/338-1666259360.jpg
Прочитано: 1280     15:30     20 Октябрь 2022    

Parlamenterê Parlamentoya Iraqê Zido Bey daxwaz kir ku nûnerên kêmîneya êzdî di hikûmeta nû de cih bigirin.Parlamenter di nameyeke fermî de diyar kir ku “komkujiya 2014’an a li dijî Êzidiyan bû sedema wêrankirina bajarê Şengalê.Gelek êzdî hatin kuştin û dîl hatin girtin, jin û zarok bûn koleyên ku li bazaran tên firotin, piraniya êzdiyan bûne penaber û koçberî kampên Sûriyê û Kurdistanê bûne. Ji ber vê yekê ji bo dengê Êzidiyan bê bihîstin, pêwîst e li Şengalê xwedî derkevin û tazmînat ji mexdûran re bê dayîn.Herwiha daxwazê ​​ji Serokwezîr dikim ku ji bo cîgirên wezîran di hikûmeta nû de û li derveyî kotaya partiyan jî kotayekê ji bo kêmîneya êzdî veqetîne.”

yazidinews.com

Тэги:

Parlamenterê Iraqê daxwaz ji serokwezîr kir ku hindikahiya êzdî jî di avakirina hikûmetê de cih bigire

2022/10/338-1666259360.jpg
Прочитано: 1281     15:30     20 Октябрь 2022    