Gurcîstan armanc dike ku berhemên dîjîtal pêşve bibe û di bazara înternetê de pêşbaziyê teşwîq bike

2021/06/94853-1624521958.jpg
Прочитано: 850     14:00     24 Июнь 2021    

Komîsyona ragihandinê ya neteweyî armanc dike ku hawîrdorek biafirîne ku lîstikvanên nû li bazarê derdikevin û pêşbaziyê teşwîq dikin.

Serokê komisiyonê Kaxa Bekauri di kanala Yekê de ragihand, ku komisiyona niştimanîya ragihandinê dê bazara teknolojîya dîjîtal li pêş bixe û pêşbazîyê di bazara internetê de teşwîq bike.

"Divê Gurcîstan bibe dabînkerê berhemên dîjîtal ên nûker ji bo herêmê û cîhanê. Ji bo afirandina berhemên bi vî rengî yên nûkar, pêwîstiya şîrketên veberhêner bi binesaziya telekomunîkasyonê û bazareke vekirî heye, lewma divê qaîdeyên lîstikê bên guhertin û welat bi temamî van derfetan bi kar bîne" Bekauri got.

Li gorî wî, operatorên telekomê yên li cîhanê ev demeke dirêj e hewl didin veguherîna dîjîtal bidin destpêkirin û konsepta telekomê ya kevn bi têgeheke nû bi cih bikin.

Bekaûrî got, "Em dixwazin sektora telekomunîkasyonê ya Gurcistanê bi modeleke nû ya televîzyonê bixebite."

Di heman demê de tekez kir ku bikaranîna hevbeş a binesaziyê mifteya pêşxistina sûka telekomunîkasyonê ye. Li gorî wî, komîsyon armanc dike ku hawîrdoreke ku lîstikvanên nû li bazarê derdikevin holê biafirîne û pêşbaziyê teşwîq bike. Serokê komîsyonê wiha got: "Vekirina vê bazarê û zêdekirina pêşbaziyê pêvajoyek alternatîf û jêneveger." Îro ji sedî 80 ê bazara înternetê ya li Gurcistanê ji du şîrketan pêk tê. Di heman demê de li welêt bi qasî 300 operatorên înternetê jî hene.

Sputnik-georgia.ru

Тэги:

Gurcîstan armanc dike ku berhemên dîjîtal pêşve bibe û di bazara înternetê de pêşbaziyê teşwîq bike

2021/06/94853-1624521958.jpg
Прочитано: 851     14:00     24 Июнь 2021    