Parlamenta Belgiê wê dengê xwe li ser qanûna herî hişk a cîhanê bide ku qirkirina ku DAIŞ'ê li dijî Êzidiyan pêk anî nas bike

2021/06/01-1624085951.jpg
Прочитано: 1125     12:00     19 Июнь 2021    

Li gorî parlamentoya Belcîkayê pêşnûmeyên ku dengdan li ser wê tê kirin, ji bilî danasîn û ravekirinan sedemên naskirina jenosîdê li gorî van paragrafan:

a) ji bo nasandin û şermezarkirina fermana ku DAIŞ'ê di sala 2014 'an de li Iraq û Sûriyeyê li dijî Êzidiyan pêk anî.

b) Ji Hikûmeta Federal a Belçîkayê re lazim  ku:

1- Ji bo ku sûcê qirkirinê ku DAIŞ'ê li dijî Êzidiyan li Iraq û Sûriyeyê kiriye bê ceza nemînin, hemû derfetên hiqûqa navxweyî û navneteweyî bên bikaranîn.

2- Teşwîq û destekkirina hewldanên sîstema edaletê ya Belgiê ji bo naskirin û darizandina potansiyela sûcdarên Belçîkayê yên li dijî civaka Êzidî.

3- Hêsankirina vegerandina Ezîdiyên ku dixwazin vegerin bajar û gundên xwe yên resen bi taybetî bi daxwaza pêkanîna rêkevtina navbera hukûmeta Kurdistana Iraqê û hukûmeta navendîya Bagdadê û pêşkêşkirina çavdêriya navdewletî ya rêkevtinê.

4- Beşdarî ji nû ve avakirina bajarok û gundên bi bandor bibin.

5. Ji bo komên ku ji ber şîdeta zayendî, koletî an jî mûameleyên din ên li dijî Êzidiyan bi bandor bûne, bi taybetî alîkariya însanî bê dayîn.

Çalakvana Êzîdî Mîrza Dûnaî daxwaza zêdekirina berhemeke taybet ji bo avakirina foneke navnetewî û konferanseke bexşîner a navneteweyî di bin sîwana Belcîka de ji bo restorekirina Şengalê û navbeynkariya navneteweyî û xûrtirkirina xebatên dîplomasî yên navneteweyî ji bo çareserkirina pirsgirêkên li Şangalê kir.

Ji bo guhdarkirina şahidî û nîqaşên parlamenterên Belçîkayê civînek hate lidarxistin.

Beşdarên rûniştinê: Lamia Haji Bashar (survivor and winner of the Zakharov Prize), Mirza Dunai (Chairman of the Air Bridge organization and winner of the Aurora Prize for Humanitarian Revival), Rudy Frank (military journalist), Bari Ibrahim (Chairman of the Free Movement Yazidi Foundation), Suleiman Akramman (head of the Yazidi Cultural Center).  Zachary Kaufmann (Professor of International Criminal Law from Houston). Nadi Murad (survivor, UN Goodwill Ambassador, Nobel Prize winner), Nicole Waldmann (Amnesty International). Pierre Darjean Professor of International Criminal Law at the University of Leuven.

Niviskar-ezidi24.com

Тэги:

Parlamenta Belgiê wê dengê xwe li ser qanûna herî hişk a cîhanê bide ku qirkirina ku DAIŞ'ê li dijî Êzidiyan pêk anî nas bike

2021/06/01-1624085951.jpg
Прочитано: 1126     12:00     19 Июнь 2021    