Vegera koçberên Şengalê berdewam dike

2023/05/73787-1685518033.jpg
Прочитано: 627     15:30     31 Май 2023    

Piştî pêla gotinên nefretê, bûyerên vê dawiyê û bidawîbûna demsala xwendinê, malbatên êzidî yên koçberbûyî yên li kampên herêmê dijîn, dest bi vegera cihên xwe kirin.

Li gor amarên nefermî, vegerandina awareyan bi rojane berdewam e û rojane bi giştî 10 malbat vedigerin deverên cuda yên Şingalê.

Rêveberê JCC ya Dihokê Bîr Dayan di daxuyaniyeke çapemeniyê de ragihand ku: “Vegera malbatên êzdî berdewam e û me rê daye ku 600 malbat vegerin herêma Şingalê. Ji bo parastina gelê Êzidî ji gefên radîkalan her tiştî dikin.”

Piraniya şêniyên devera Şingalê di encama êrişa DAIŞê ya sala 2014ê bo ser wê navçeyê koçber bûne û rêxistina terorîst a DAIŞê li Şingalê bi hezaran xelkê bêguneh kuştin û revandin, heta niha zêdetirî 2500 êzîdî winda ne.

Mlêtê Êzidî

Тэги:

Vegera koçberên Şengalê berdewam dike

2023/05/73787-1685518033.jpg
Прочитано: 628     15:30     31 Май 2023    