Mîtîng li Brukselê ji bo parastina maf û azadiyên Êzdiyên Iraq û Sûriyê

Duh li Brukselê, li nêzîkî Parlamentoya Ewropayê û li ber ofîsa Neteweyên Yekbûyî, meşek aştiyane ji bo parastina maf û azadiyên gelê Êzdiyên Iraqê birêve çû. Nûnerên rêxistinên mafên mirovan ên Ewropayê, parlamenterên parlamentoya Belçîkayê û rayedarên hikûmetê, rêveber û çalakvanên bi dehan rêxistinên Êzidî yên li Ewropayê, rûspiyan, rewşenbîr, mele, rêxistinên ciwanan û xwendekarên Êzidî ji bo mîtîngeke aştiyane hatin vexwendin. Êzidiyên Iraq, Sûriye, Tirkiye, Rûsya, DYA, Awûstralya, Ermenîstan û Gurcistanê jî di çalakiyê de amade bûn.
Armanca wê mîtînga aştiyane naskirina hikûmet û rayedarên welatên Ewropayê bi pirsgirêkên gelê Êzidî li Rojhilat, parastina maf û azadiyên olî û nasnameya Êzdiyên Iraq û Sûriyê ye.
Mîtîngek aştiyane ya bi heman rengî ji bo parastina maf û azadiyên Êzdiyên Iraqê yên ku di bin kîn û nefretê de ne, li Ermenîstanê, li bajarê Yêrêvanê li ber ofîsa Neteweyên Yekbûyî hate lidarxistin. Çalakî ji aliyê Yekîtiya Neteweyî ya Êzidiyên Ermenîstanê ve hat lidarxistin. “Komeleya Ciwanên Êzdiyên Ermenîstanê” û ciwanên leheng ên gelê Ermenî jî tevlî meşa aştiyane bûn.
Тэги: #Dengêêzdiyan #Mlêtêêzidî #Êzdî