Îrakli Garîbaşvilî bi endamên hikûmeta Qraliyeta Erebîstana Siûdî re li ser mijarên hevkariya aborî axivî

2023/05/86532-1684998979.jpg
Прочитано: 486     11:00     25 Май 2023    

Serokwezîrê Gurcistanê Îrakli Garîbaşvîlî li hevdîtina bi Wezîrê Veberhênanan yê Erebistana Siûdî Xalid Alfaîl û Wezîrê Aborî û Plansaziyê Feysel Fadil El-Îbrahîm re li ser mijarên taybet ên pêşxistina hevkariya aborî ya di navbera her du welatan de axivî.

Li gor daxuyaniya servîsa çapemeniyê ya Serokwezîriyê, bi taybetî bal hat kişandin ser seredana serkeftî ya Îrakli Garîbaşvilî ya sala borî ya Erebistana Siûdî.

Wekî ku endamên hukûmeta Qraliyeta Erebistana Siûdî destnîşan kirin, piştî hevdîtina bi serokwezîr Irakli Garibaşvili û mîratgirê textê qraliyeta Erebistana Siûdî, serokwezîr, prensê Muhammed bin Selman bin Abdulaziz Al Saud re, veberhênana li Gurcistanê balkêş e bo wan.

Li gorî wan, Gurcistan yek ji wan welatên balkêş e ji bo sermayeguzariya Siûdiyê ji ber pêşketinên vê dawiyê yên di warê aborî de.

Her wiha di civînê de hat destnîşankirin ku Gurcistan xwediyê pozîsyoneke jeostratejîk a pir girîng e. Aliyan li hev kirin ku îsal forumeke bazirganiyê ya her du welatan li Tiflîsê li dar bixin. Her wiha amadehiya xwe ji bo wê yekê hat ragihandin ku komîsyonek taybet ji karmendên wezaretên enerjî, aborî û veberhênanên Erebistana Siûdî bê avakirin û li ser derfetên veberhênana Gurcistanê di warên cuda de lêkolînan bike.

1tv.ge

Тэги:

Îrakli Garîbaşvilî bi endamên hikûmeta Qraliyeta Erebîstana Siûdî re li ser mijarên hevkariya aborî axivî

2023/05/86532-1684998979.jpg
Прочитано: 487     11:00     25 Май 2023    