Balafirgeha navneteweyî ya nû dikare li Tbîlîsê were avakirin

2023/05/34543-1683270621.jpg
Прочитано: 806     11:00     05 Май 2023    

Li Tiflîsê dibe ku balafirgeheke navneteweyî ya nû were avakirin. Ev yek ji aliyê Wezîrê Darayî yê Gurcistanê Lasha Khutsishvili ve hat ragihandin.

Li gorî wî, firokexaneya heyî derfet nîne ku bi qasî ku ji bo welat pêwîst be berfireh bibe. Xutsishvili got, ji ber vê yekê, avakirina balafirgehek nû ya bi kapasîteya mezintir di rojevê de ye.

Li gorî peymana heyî ya ku hikûmeta Gurcistanê bi TAV Gurcistanê re girêdaye, di 200 kîlometre dûrî Tbîlîsê de çêkirina balafirgeheke nû qedexe ye. Xutsishvili dibêje, balafirgeha nû dikare heta sala 2027-an were çêkirin, dema ku peymana bi TAV Gurcistanê re xilas bibe.

Berî niha serokwezîr Irakli Garibashvili bêyî ku hûrgulî bide, planên avakirina balafirgehek nû ragihandibû.

Li gorî çavkaniyên Ekho Kavkaza, balafirgeha nû dikare li ser bingeha balafirgeha leşkerî ya Vaziani were çêkirin. Ev îhtimal di sala 2013’an de di hikûmeta Xewna Gurcistanê de hatibû nîqaşkirin.

Тэги:

Balafirgeha navneteweyî ya nû dikare li Tbîlîsê were avakirin

2023/05/34543-1683270621.jpg
Прочитано: 807     11:00     05 Май 2023    