Murad Şêx Kahlo Em li gel vegera şêniyên êzîdî ne, lê yek çekdarekî DAIŞê venagere

2023/05/44665-1683392538.jpg
Прочитано: 841     15:30     05 Май 2023    

Nûnerê Fermandeya Xweparastinê ya Êzidiyan Murad Şêx Kahlo di hevpeyvînekê de ligel medyaya êzîdî got: “Piştî pêdaçûna şiyanên xwe, em dikarin bi dilekî bawermendî bibêjin ku em ê karibin her êrîşeke DAIŞê têk bibin. eger îxaneta desthilatdaran nebe, em bi xwe jî dikarin xelkê Şingalê û Êzîdî û Misilmanan biparêzin. Belê, di mekanîzmaya vegera awareyan de xeletiyên me hene, prosesa zêdetir sebir û aqilmendiyê dixwaze, herwiha beşdariya penaber û koçberên êzîdî, rûspiyan, dezgehên ewlehiyê di warê vegera awareyan de. Pêwîst e hestên Êzdî û Misilmanên Şîe yên ku di dîroka nûjen de karesateke nedîtî dîtine, were berçavgirtin.”

Her wiha berdevkê Desteya Erka Xweparastinê ya Êzidxanê bi hemû baweriyekê diyar kir ku êdî hêza Êzidiyên Şengalê ne ya berê ye û ew ê rê nedin tiştên ku di sala 2014’an de qewimîn dubare bibin. Kî hewl bide rewşa ewlekarî û civakî ya Şengalê têk bibe, wê bi awayekî rast bê bersivandin.

Mlêtê Êzidî

Тэги:

Murad Şêx Kahlo Em li gel vegera şêniyên êzîdî ne, lê yek çekdarekî DAIŞê venagere

2023/05/44665-1683392538.jpg
Прочитано: 842     15:30     05 Май 2023    