Fransa 'axaftina nefretê' ya li dijî Êzidiyên li Iraqê şermezar dike

2023/05/90898-1683188495.jpg
Прочитано: 982     15:30     04 Май 2023    

Balyozxaneya Fransa li Bexdayê bi tundî "axaftina nefretê" ya li dijî kêmîneya êzîdî şermezar kir û tekez kir ku mafê êzîdiyan heye ku di nav aramî, ewlekarî û bi rûmet de bijîn, mîna her civakek din li welat.

"Ev yek pabendbûna Fransa ya taybet bi êzîdiyên li Iraqê piştrast dike, çi mafê wan be ji bo şert û mercên jiyana minasib li herêma ku ew ji aliyê Daiş [DAIŞ] ve hatine armanckirin yan jî li kampên ku lê pena bûne."

Herwiha Fransa daxwaz ji rayedarên Iraq û Kurdistanê kir ku li ser hewlên xwe yên ji bo bihêzkirina ewlekarî, rêvebirin û avakirina devera êzîdî ya Şingalê berdewam bin.

Balyozxaneya Fransa li Iraqê herwiha tekezî li ser pêbendbûna xwe bi avakirina têgihiştin û diyaloga aştiyane di navbera pêkhateyên curbicur ên xelkê Iraqê û parastina cihêrengiya welat wek yek ji samanên sereke kir.

Çalakvanên êzîdî li ser medyaya civakî ev daxuyanî pîroz kirin, di nav de Saad Baber, ku spasiya balyozxaneya Fransa kir.

"Pêdiviya me bi vê cure hevgirtin û daxuyaniyên NY li Iraqê, balyozxaneya Amerîka, balyozxaneya Brîtanya û şandeyên din ên navdewletî heye ji bo piştgirîkirina rizgarbûyên êzîdî yên ku di tirsa gotinên nefretê yên rêberên olî yên Iraq û Kurdistanê de dijîn." wî got.

Çalakvan Hunar Kakayî ku li ser torên civakî daxuyaniyên li dijî civaka Êzidî tomar kirine, li ser rûpela xwe ya Twitterê jî pêşwazî li daxuyaniya Fransa kir û daxwaz ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku kesên rasterast gefê li ewlehiya netewî dixwin bên girtin.

Mlêtê Kzidî

Тэги: #Êzidî   #Dengêêzdia   #Mlêtêêzidî  

Fransa 'axaftina nefretê' ya li dijî Êzidiyên li Iraqê şermezar dike

2023/05/90898-1683188495.jpg
Прочитано: 983     15:30     04 Май 2023    