Dibe ku li Şengalê yek alaya xweparastinê derkeve hole

2023/03/7897-1679468515.jpg
Прочитано: 1194     15:30     22 Март 2023    

Fermandarên Êzidiyan li ser avakirina yek alaya xweparastinê ya Şengalê li hev kirin. Têkildarî wê seferberiya gel a Şengalê, dewreya Koço, baskên Şengalê û seferberiya dildar a Şengalê wê tevlî bibin.

Serkirdeyê Fermandeyiya Operasyona Nînowa ya Hêzên Heşda Şeibî birêz Mistefa El-Ewadî civîneke asayîşê li navenda lîwaya Şengalê birêve bir. Hemû fermandarên qadê hatin komkirin û li ser çarenûsa van hêzan li hev hatin.

Li gorî agahiyan, avakirina nû dê ji aliyê şêwirmendê serokê Heşda Şeibî, Hêza Gel birêz Murad Şêx Kahlo ve were birêvebirin.

Li gorî medyaya xwecihî ya êzîdiyan, heta niha nayê zanîn ku dê çawa desteya Erka Xweparastinê ya Şengalê ji aliyê rayedarên Iraqî û Herêma Kurdistanê ve were girtin. Kî dê fînanse bike û kî dê beşdarî vê alayê bibe. Dibe ku ev ala serbixwe be û tenê girêdayî parêzgeha Şengalê be.

Bi bîr xist ku hemû yekîneyên xweparastinê yên li jor di sala 2014’an de dema ku çeteyên DAIŞ’ê yên terorîst êrîşî parêzgeha Şengalê ku cihê rûniştina gelê Êzidî ye, derketin holê.

Mlêtê Êzidî

Тэги:

Dibe ku li Şengalê yek alaya xweparastinê derkeve hole

2023/03/7897-1679468515.jpg
Прочитано: 1195     15:30     22 Март 2023    