Êzdî rizgarbûyî bo cara yekem hûrgiliyên koletiya lîderê DAIŞê eşkere dike

2023/03/65-1678863688.jpg
Прочитано: 1045     15:30     15 Март 2023    

Keçeke êzîdî ku kariye rizgar bibe, got ku ew koleya serokê rêxistina terorîst a DAIŞê Ebûbekir Bexdadî ye.

Di hevpeyvîna xwe de keça êzdî Sîban Xelîl li ser Bexdadî, li ser nerîn û ramanên wî yên radîkal, li ser tekane kesê ku karûbarên rêxistina DAIŞê birêve dibir, li ser şêwirmend û muhasebeyê wî.

Xelîl da zanîn ku El-Bexdadî di her pêngavê de bi yek ji jinên xwe re dişêwire, wê kar û baran kontrol dikir, diçû civînan, bi serokên komên çete re diaxivî û bandor li wan û operasyonên wan ên terorîstî dikir. Li gor ajanseke Almanî li Tirkiyê li parêzgeha Hitarê, li ser sînorê Sûriyê, ligel komeke ji deh kesên bergumanên DAIŞê, Asma Fewzî El-Qubeysî hevjîna El-Bexdadî hat girtin. Koma girtiyan ji mêrek, 4 jin û 6 zarokan pêk dihat.

Sîban Xelîl xulamê Bexdadî bû, lê jina wî ya awarte dihat hesibandin, wek keç bi xwe jî dibêje, ew bi paqijî û maliştinê mijûl dibû, dem bi dem keçik rastî destdirêjî, lêdan û destavêtinê dihat.

Sabîn ji aliyê hêzên koalîsyonê ve hat bombebarankirin û bi awayekî mûcîzeyî sax filitî: “Ez bi awayekî mûcîze rizgar bûm, di nava kuştî û birîndaran de ez di nava xirbeyan de bûm, bi şansê min kes ji aliyê qaşo mêrê min ve li min negeriya. Ez li nexweşxaneyê mam, li wir hêzên ewlekariya Îraqî hay ji min çêbûn û ez vegeriyam malê. Ez ji dil spasiya wan kesan dikim ku alîkariya min kirin û ez vegerim jiyanê, ez vegerim malê.

Sîban di destpêka Tebaxa 2014an de ji gundê Koço dema çardeh salî bû hat revandin, niha ew keç li Almanyayê ye.

Mlêtê Êzidî

Тэги:

Êzdî rizgarbûyî bo cara yekem hûrgiliyên koletiya lîderê DAIŞê eşkere dike

2023/03/65-1678863688.jpg
Прочитано: 1046     15:30     15 Март 2023    