Piraniya êzdiyên Efrînê ji alîkariyê bê par in

2023/03/79870-1678090494.jpg
Прочитано: 1182     15:30     06 Март 2023    

Alîkariyên ku ji bo mexdûrên erdheja li herêma Efrînê û gundên êzdiyan ên derdorê hatin şandin ji bo gel têrê nake. Li gorî gundiyan piştî erdhejê hema bêje ti alîkarî ji bo gundên êzdiyan nehatiye.

Ji ber erdheja 6ê Sibatê bi dehan malbatên êzdî yên herêma Efrînê koçber bûne û pêwîstiya wan bi alîkariyê heye. Ji ber erdhejê gelek gund zirar dîtin, nêzî 80 xanî hilweşiyan, êzdiyên herêmê ji alîkariyê bê par in.

Rêxistina sivîl a Êzidiyan a bi navê “Gazî Şems dikim” pêdiviyên jiyanî yên weke xwarin û çadirê ji gundiyan re peyda kir.

Saîd, çalakvanê sivîl ê ji Efrînê, ji medyaya xwecihî re got ku rêxistinê dest bi çêkirina konan ji bo kesên bê mal mane.

Şêniyên herêmê dibêjin ku ji roja yekem a erdhejê ve ti kesî alîkariya wan nekiriye, tenê di 1ê Adarê de rêxistina “Gazî Şems dikim” dest bi alîkariya wan kiriye.

Heta niha nêzî 25 malbatên Êzidî kon wergirtine û nêzî 50 malbat jî li benda wergirtina konên ji bo bicihbûnê ne.

Mlêtê Êzidî

Тэги:

Piraniya êzdiyên Efrînê ji alîkariyê bê par in

2023/03/79870-1678090494.jpg
Прочитано: 1183     15:30     06 Март 2023    