Niştecihên êzîdî meraq dikin ka dê çawa vegerin malên xwe

2023/02/454-1675407842.jpg
Прочитано: 1167     15:30     03 Февраль 2023    

Li gorî koçberên êzîdî, piştî ku rêxistinan dest ji alîkariya wan berda, şert û mercên kampan ji neçarî zêdetir bûn. Keça êzdî Xalîde Mûrad ku di 19ê Kanûna sala borî de tevî malbata xwe vegeriya herêma El-Qehtaniye (Tal Uzêr) dibêje: “Ez kêfxweş im ku piştî nêzîkî 9 salan ji koçberiyê vegeriyam, dewletê soz da ku em ê jiyanê peyda bikin. şert û mercên, kesî em neçar kirin ku vegerin. Rêxistina Koçê 1000 dolar da me û em di nav wan malbatan de ne ku rêxistinê soza nûjenkirina malên me daye, lê dîsa jî em meraq dikin ku emê çawa bi 1000 dolaran li cihekî nû ku kar û debara jiyanê lê tune be dest bi jiyanê bikin.” Û bi sedan rewşên bi vî rengî hene, û herwiha yên ku tiştekî wan tune ku çak bikin, ji ber ku malên wan ji aliyê terorîstên DAIŞê ve bi erdê re tên wêrankirin.

Li gorî yek ji xalên bernameya kar a hikûmeta federal a bi serokatiya Mihemed Şîa El-Sudanî, ku di dawiya Cotmeha 2022’an de pêbaweriya Parlamentoyê wergirtibû, divê di nav şeş mehan de hemû kesên derbider vegerin cihên xwe. û ev bêtir ji milyonek welatiyên ku hîn jî di rewşa kesên bêwar de ne, li gorî statîstîkên Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê (IOM) dihewîne.

Di kongreyekî rojnamevanî de ku roja 29.12.2022ê Wezîrê Koç û Koçberan ê Iraqê Evan Jabro tekez kir ku, dê di heyama 6 mehan de dosya awareyan li Iraqê li gorî bernameya karê hikûmetê were çareserkirin û wezaret hemahengiyê ligel wan dike. Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo afirandina şert û mercên vegera awareyan.

Mlêtê Êzidî

Тэги:

Niştecihên êzîdî meraq dikin ka dê çawa vegerin malên xwe

2023/02/454-1675407842.jpg
Прочитано: 1168     15:30     03 Февраль 2023    