Kampa Koçberên Êzidiyên Serdeştê plan kiribû ku îsal were girtin

Di dawiya sala borî de, 89 malbatên din ên êzdî yên aware ji kampa Serdeştê vegeriyan malên xwe li herêma El Qehtaniye. Li gorî planên hikûmet û Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) kamp dê bi temamî ji niştecihan were valakirin û di bihara 2023’an de bê girtin.
Rêxistina Navdewletî ya Koçberiyê, bi hevkariya Hikûmeta Iraqê, kampanyayên hêsankirina vegera hemû awareyan bi rêya nûjenkirina çend xaniyan ji bo awareyan û dabînkirina alîkariyên darayî û hin pêdiviyên pêwîst da destpêkirin.
Di nav van tedbîran de hem alîkariya darayî û hem jî dabînkirina kar û lêçûnên veguhestinê hene, lê rêjeya alîkariya aborî li gorî standarda jiyana her malbatekê diguhere.
“Ew koçberên ku malên wan wêran bûne û rewşa wan a aborî xerabtir dibe, dê malên wan bên vegerandin û 1000 dolarê Amerîkî ji wan re bê dayîn. Ji bo kesên ku xaniyên wan nehatine hilweşandin, lê hatina wan kêm e, dê 1700 dolar mûçe bidin wan û ji bo hinekan jî dê kar bê vekirin."
Piştî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê piraniya êzîdiyên koçberbûyî berê xwe dan çiyayê Şengalê (120 km li rojavayê Mûsilê). Destpêkê 2 hezar û 300 malbatên awareyên êzîdî li kampa Serdeştê dijiyan, lê niha hejmara wan kêm bûye û bûye 400 malbat.
“Ev 400 malbatên êzdî bê debara jiyana xwe, bê mal, bê pere, bê belge mane. Gelek ji wan xizm û hevalên xwe winda kirine. Xizmên wan nînin ku alîkariya wan bikin ku koçî derve bikin. Ew li bendê ne ku hikûmet û rêxistinên navdewletî alîkariya wan bikin bi kêmanî vegerin malên xwe," Elî Şabo got.
Mlêtê Êzidî
Тэги: