Li Gurcistanê dozeke din a grûpeke sûcdar a navneteweyî hat çareserkirin

2023/01/8970-1674802762.jpg
Прочитано: 726     11:00     27 ЯНВАРЬ 2023    

Dozgeriyê got, grûpa sûcdar a navneteweyî hewl da ku zêdetirî sed mîlyon dolar bi rêya Gurcistanê re qanûnî bike. Di lêkolîna ku li gelek welatan bi hevdemî hat kirin de derket holê ku ev pere di encama sextekarî, sextekariya sîber û sextekirina belgeyan de li derve hatiye wergirtin.

Li Gurcistanê der barê 3 kes û 13 şîrketan de dosyaya sûc hat vekirin. Li gorî lêkolînê, bersûcan pere şandine Gurcistanê û ji bo ku eslê wan pereyan veşêrin, di navbera fîrmayan de gelek danûstandinên bankî kirine û piştre li mal û milkan razandine.

Tê zanîn ku di nav bersûcan de herî kêm hemwelatiyek Gurcistanê heye, hemwelatiya yên din jî navê wan nehat zanîn.

 Dadgehê dest danî ser 70 milyon dolar, 1,760 milyon euro û milkê girtiyan, di nav wan de erdekî li Kobuletiyê bi rûbera 21 hezar metrekare ku bi 11 milyon larî hatiye kirîn.

Kesên bersûc li gorî xala qanûnîkirina hatinên neqanûnî bi giranî ji 7 salan heta 12 salan tên tehdîdkirin. Kesên hiqûqî yên di dozê de cih digirin bi cezayên giran û bêparkirina mafê xebatê re rû bi rû dimînin.

newsgeorgia.ge

Тэги:

Li Gurcistanê dozeke din a grûpeke sûcdar a navneteweyî hat çareserkirin

2023/01/8970-1674802762.jpg
Прочитано: 727     11:00     27 ЯНВАРЬ 2023    