Êzdiyên bê dewlet, ax û çavkaniyên xwezayî

2023/01/64545-1673251161.jpg
Прочитано: 1118     12:30     09 ЯНВАРЬ 2023    

Wisa bû ku êzdî ku yek ji gelên qedîm ên cîhanê ye, tevî ku hê jî li axa bav û kalên xwe yên Îraq, Sûriye û Tirkiyê ya îroyîn dijîn, ne xwedî dewleta xwe ne.

Êzdiyan ji ber nasnameya xwe ya olî û netewî rastî gelek şeran û zêdeyî 74 paqijiyên etnîkî hatine. Derba herî giran ku li gelê Êzidî hat jenosîda gelê Êzidî di sala 2014'an de bû, piştî wê jî 9 sal in êzdî tevî veberhênanên li Iraqê û alîkariyên mirovî yên ji Ewropa û Amerîkayê li kampên penaber û derbideran dijîn.

Li gorî zanyariyên destpêkê yên ku ji aliyê Wezareta Darayî ve hatine belavkirin, dahata petrolê ya Iraqê di sala 2022an de ji 115 milyar dolarî derbas bû, ku ev asta herî bilind e ji dema daketina berçav a nirxê petrolê di heyama Covid-19 de.

Iraq, ku duyemîn mezintirîn berhemhênerê petrolê ye di Rêxistina Welatên Petrolê Hinardekar (OPEC) de, xwediyê rezervên mezin ên zêrê reş e, ku %90ê dahata wê ye. Di daxuyaniya wezaretê de hatiye ku, li gorî amarên destpêkê, Iraqê di sala 2022an de bi buhayê zêdetirî 115 milyar dolarî hinardekirina nefta xav bi qasê milyarek û 209 milyon bermîlan bi dest xistiye.

Di raporê de hat gotin ku rêjeya hinardekirina rojane 3 milyon û 320 hezar bermîl e. Bidestxistina van dahatan ji aliyê Iraqê ve ji ber bihabûna nirxê bermîleke petrolê ye ku ji şerê Ukraynayê bandor bûye û welatên hevpeymaniya OPEC + kotaya berhemanîna xwe neguhertiye. Hevbendiyê biryar da ku kotayên hilberînê bi du milyon bermîlan di rojekê de kêm bike da ku bihayan piştgirî bike.

Tevî dahata petrolê ya ecêb, hikûmeta Iraqê ji bo gelê xwe û bi taybetî jî ji bo kêmîneya êzîdî ya ku ji qirkirinê bandor bûye, tiştekî nake. Erdên êzdiyan yên dewlemend ên petrolê hene, lê tu carî nebûne xwediyê ax û samanên xwe yên xwezayî.

Тэги:

Êzdiyên bê dewlet, ax û çavkaniyên xwezayî

2023/01/64545-1673251161.jpg
Прочитано: 1119     12:30     09 ЯНВАРЬ 2023    