Rêberê ruhanî yê êzîdiyan li Iraqê daxwaz ji Bexdayê dike ku li Şingalê veberhênanê bike

2022/11/53-1667546769.jpg
Прочитано: 536     12:30     04 Ноябрь 2022    

Rêberê Ruhanî yê Êzdiyan li Iraqê Mîr Hazim Tehsîn Beg bang li hikûmeta Iraqê kir ku veberhênanê li bajarê Şingalê bike da ku rê li ber vegerandina penaberên êzîdî yên ku ji ber êrişa DAIŞê di sala 2014an de malên xwe terikandine, veke.

Mîr Hazim Tehsîn di Foruma MERI ya li Hewlêrê de, di panela bi navê “Êzidî û mesîhî – em dev ji wan bernedin” de axivî û wiha got:

“Gund û bajarokên me wêran bûne û hîna nehatine avakirin, malbatên me bi hejmareke mezin di bin şert û mercên giran de koçber bûne û bi sed hezaran kur û keçên me hîn jî di kampên penaberan de dijîn. Keç û xwişkên me hê jî di destê terorîstan de girtî ne û li benda vegerandina malbatên xwe ne.”

Emîr (Mîr) Êzdiyan daxwaz ji hikûmeta Iraqê kir ku li jêrxana navçeyên wêranbûyî, di warê perwerdekirin û nûjenkirina ciwanan de sermayeguzariyê bike û bikaribe xizmeta malbatên xwe û gelê Iraqê bi giştî bike.

Hejmarek mezin ji êzîdiyên ku ji aliyê DAIŞê ve wek kole hatibûn girtin, bi piştevaniya Yekîneyên Xweparastina Êzidiyan û dezgeheke taybet a ku ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve hatibû avakirin, hatin rizgarkirin.

Rêberê rûhanî yê êzîdiyên Iraqê spasiya hewlên Barzanî yên ji bo rizgarkirina êzîdiyên wenda kir, lê zêde kir ku pêwîst e zêdetir kar bê kirin.

Di çalakiyê de hevjîna Hazim Tehsîn Bega Mîan Xeyrî Seîd Bey jî axivî. Her wiha spasiya rola Serok Barzanî ya di rizgarkirina êzîdiyên windabûyî de kir.

“Nûnerên gelê Êzidî bi darê zorê koçber bûne, neçar in di konan de bijîn. Tiştek ji bo êzdiyan ewle xuya nake, me ew qas êş kişandiye û em nizanin qala çi jî bikin... Em daxwazê ​​ji hikûmeta Iraqê dikin ku me wek Iraqî bihesibîne, ji ber ku heta îro em wek Iraqî nayên dîtin. Serokomarê Iraqê ji bo guh bide êzdiyan, tu carî serdana Êzdiyan nekir.”

Parêzgarê Nînowa Necim El-Cebûrî, Şingal weke meydana nakokiyên navdewletî bi nav kir. Herêm ji ber hebûna çend komên çekdar rastî bêewlehiyê tê. Li gor wî, tevî daxwaza bi israr a rayedarên Kurdistanê ji bo cîbicîkirina tam ya rêkeftinê, ku di sala 2020an de ji bo “asayîkirina” rewşa herêmê hatibû qebûlkirin, lê nebûna helwesteke yekgirtî ya Bexdayê li ser rêkeftinê, vê pêvajoyê asteng dike. Li gorî walî, di derbarê peymanê de jî bi wî re şêwir nehatiye kirin, ji bilî vê, di çalakiya ku peyman hatiye îmzekirin de, tenê weke “heval” amade bûye.

Mlêtê Êzidî

Тэги:

Rêberê ruhanî yê êzîdiyan li Iraqê daxwaz ji Bexdayê dike ku li Şingalê veberhênanê bike

2022/11/53-1667546769.jpg
Прочитано: 537     12:30     04 Ноябрь 2022    