Garîbaşvilî bi Serokê Îmaratê re li ser avakirina herêma bazirganiya azad axivî

2022/10/4564-1667244606.jpg
Прочитано: 1297     11:00     01 Ноябрь 2022    

Serokwezîrê Gurcistanê Îrakli Garîbaşvîlî û Serokê Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb (Îmarat) Mihemed Bin Zayed Al Nahyan di civîna li Ebû Dabî de li ser avakirina herêmeke bazirganiya azad a di navbera her du welatan de axivîn.

Garîbaşvilî bal kişand ser wê yekê ku avakirina navçeyeke azad a bazirganiyê dê ji bo pêşvebirin û geşepêdana peywendiyên bazirganî û aborî di navbera her du welatan de keş û hewayeke xweş çêbike.

Serokwezîr bal kişand ku li Gurcistanê bi beşdariya sermayedarên Ereb gelek proje tên tetbîqkirin û veberhênanên Îmaratê her ku diçe zêde dibin. Her wiha hate gotin ku di 9 mehên sala 2022’an de bazirganiya di navbera her du welatan de %84 zêde bûye û gihiştiye 190 milyon dolarî.

Aliyan bal kişandin ser girîngiya bidestveanîna potansiyela di warê tûrîzm, enerjî û veguhestinê de.

Garîbaşvilî îro bi serdaneke kar çû Îmaratê. Ew serokatiya şandekê dike ku ji Cîgirê Serokwezîr, Wezîrê Aborî û Pêşkeftina Berdewam Levan Davitashvili, Wezîrê Derve Ilya Darchiashvili û serokê rêveberiya hikûmetê Revaz Javelidze pêk tê.

Gurcistan û Îmarat plan dikin ku di demek nêzîk de li ser peymana bazirganiya azad dest bi danûstandinan bikin. Ev mijar bi taybetî di serdana Wezîrê Aborî û Bazirganiyê yê Îmarata Erebî Ehmed Alî Al Sayegh di meha Îlonê de bo Tiblîsê hat gotûbêjkirin.

Îsal 30 saliya damezrandina peywendiyên dîplomatîk di navbera Gurcistan û Îmarat de derbas dibe.

Di navbera herdu welatan de rejîmeke bêvîze heye. Di neh mehên destpêkê yên îsal de, nêzîkî 10,5 hezar welatiyên Îmaratê hatine Gurcistanê, ku li gorî sala 2021ê %135,4 û ji sala 2019an jî %21,7 zêde ye.

Sala borî, Gurcistanê 28,3 mîlyon dolar veberhênana rasterast a biyanî ji Îmaratê wergirt.

Di warê bazirganiyê de, Gurcistan otomobîl û parçeyên yedek, xalîçe, pez û bizin, alkola etilal, zêr difiroşe Îmarat. Îmarat telefon, pûro, kompîtur, otomobîl û kamyon, parçeyên otomobîlan hinardeyî Gurcistanê dike.

newsgeorgia.ge

Тэги:

Garîbaşvilî bi Serokê Îmaratê re li ser avakirina herêma bazirganiya azad axivî

2022/10/4564-1667244606.jpg
Прочитано: 1298     11:00     01 Ноябрь 2022    