Civîna çapemeniyê ya Hazim Tehsîn Seîd Beg li perestgeha Laleşê ya Êzdiyan li ser nasandina jenosîda Êzdiyan ji aliyê Almanyayê ve

2022/10/003-1667027034.jpg
Прочитано: 1423     15:00     29 Октябрь 2022    

Roja din li perestgeha Êzdiyan a Laleşê ji aliyê Emîrê Êzdiyan Hazim Tehsîn Seîd-Beg ve civîneke çapemeniyê li dar xist. Mijara konferansê qonaxên naskirina jenosîda Êzdiyan ji aliyê Almanyayê ve û avakirina akademiya Êzdiyan li perestgeha Lalişê bû. Di civîna çapemeniyê de hem nûnerên herêmî yên oldarên Êzdiyan û hem jî mêvanên hêja yên ji Elmanyayê amade bûn.

Di civîna çapemeniyê de xebatên Mala Êzdiyan hem li welatên Ewropayê û hem jî li DYA’yê hatin nirxandin. Hazim Tehsîn diyar kir ku divê Mala Êzdiyan bi hikûmetên wan welatên ku kêmîneya êzdî tê de dijîn re têkiliyên xwe hebe.

Naskirina jenosîdê ji aliyê Almanyayê ve dê bikaribe êzdiyên li Iraqê dijîn alîkarî û tezmînatê werbigirin da ku malên xwe ji nû ve ava bikin û vegerin cihên xwe yên resen. Nûnerê Êzdiyên Almanyayê da zanîn ku ev 8 sal in ew li ser pirsgirêkên êzdiyên Almanyayê dixebitin û heta ji destê wan tê alîkariyê ji êzdiyên Iraqê re dişînin.

Тэги: #MlêtêÊzidî   #Êzidî   #DengêÊzdiyan   #Êzdîxan   #Êzdi  

Civîna çapemeniyê ya Hazim Tehsîn Seîd Beg li perestgeha Laleşê ya Êzdiyan li ser nasandina jenosîda Êzdiyan ji aliyê Almanyayê ve

2022/10/003-1667027034.jpg
Прочитано: 1424     15:00     29 Октябрь 2022    