Kampa Al-Xol ji bo jinên Êzidî dojeh e: Lihevkirinek navneteweyî heye ji bo hilweşandina kampa Al-Xol a Sûriyê

2022/10/79879-1664961770.jpg
Прочитано: 997     12:30     05 Октябрь 2022    

Rawêjkarê Asayişa Niştimanî ya Iraqê Qasim Al-Erecî vê heftiyê plana 5 salî ya hilweşandina kampa Al-Xol û vegerandina malbatên biyanî yên têrorîstên DAIŞ`ê bo welatên xwe ragihand û bal kişand ser hebûna rêkeftineke navdewletî ji bo jinavbirina kampê.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku li kampa Al-Xol jî jinên Êzidî hene ku di bin gef û tirsê de heta roja îro di nava malbatên DAIŞ’ê de weke xizmetkar û koleyên seksê dijîn.

Îsbata vê yekê jî azadkirina 2 jinên Êzidî ye ku behsa bûyerên li kampê û hebûna jinên Êzidî li kampê kirin.Gelek ji wan di destên wan de zarokên biçûk hene û nikarin wan berdin û vegerin nav malbatên xwe. Çarenûsa van jinên xwedî zarok çi ye kes nizane.

Di daxuyaniyên berpirsên Iraqê de yek gotin jî derbarê çarenivîsa jinên Êzidî de nehate gotin.Rastiyên ku êzdî di kampê de hene û sûc ji aliyê rêveberiya kampê û rayedarên payebilind ên Iraqê ve bi baldarî têne veşartin.

Li kampa El-Hol a Sûriyê 25 hezar kes hene, ji wan 8 hezar zarokên di bin 18 saliyê de ne.

Dengê Êzdiya

Тэги:

Kampa Al-Xol ji bo jinên Êzidî dojeh e: Lihevkirinek navneteweyî heye ji bo hilweşandina kampa Al-Xol a Sûriyê

2022/10/79879-1664961770.jpg
Прочитано: 998     12:30     05 Октябрь 2022    