Neteweyên Yekbûyî li herêma Şengalê santrala nû ya paqijkirina avê ava dike

2022/09/735-1664520654.jpg
Прочитано: 1404     12:30     30 Сентябрь 2022    

Bernameya Pêşketinê ya Neteweyên Yekbûyî li herêma Şengalê ku gelê Êzidî lê dijîn, santralek nû ya paqijkirina avê ava dike.

Zêdetirî 9 hezar û 500 kes dê bigihin ava vexwarinê ya paqij û ev kargeha paqijkirina avê dê bikaribe her kesek rojane zêdetirî 100 lître avê paqij bike.

Ev proje di çarçoveya Bernameya Îstîqrarê de bi saya piştgiriya bi comerdî ya USAID li Iraqê hat cîbicîkirin.

Heta îro, USAID piştgirî daye nêzîkî 900 projeyên çaksaziyê ku ji nûvekirina binesaziyên jiyanî yên wek av, elektrîk, perwerde, rê, pir, û lênihêrîna tenduristiyê pêk tê.

Hemû tiştên li jor ji bo vegera xelkê êzdî ji kampên penaber û derbideran pêwîst in.

Yezidi news

Тэги:

Neteweyên Yekbûyî li herêma Şengalê santrala nû ya paqijkirina avê ava dike

2022/09/735-1664520654.jpg
Прочитано: 1405     12:30     30 Сентябрь 2022    