Êşkenceya Êzidiyan berdewam dike: Penaber û awareyên êzîdî dê ji kampekê bo kampeke din bên veguhestin
Rêveberiya herêma Dihokê bi niyaz e ku 250 malbatên êzdî yên koçberên navxwe ji kampekê derbasî kampeke din bike.
Ev 250 malbat piştî bûyerên Tebaxa 2014ê ji Şingalê koçber bûne û li gundê Sicî yê navçeya Simêl a parêzgeha Dihokê bi cih bûne.
Ev 250 malbat piştî bûyerên Tebaxa 2014ê ji Şingalê koçber bûne û li gundê Sicî yê navçeya Simêl a parêzgeha Dihokê bi cih bûne. Rêveberê Dezgeha Koç, Koçberan û Bersiva Qezayan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê li parêzgeha Dihokê Dayan Cafer ragihand, ku 8 sal in hinek malbat di mal û cihên neqediyayî yên gundiyan de dijîn.
Niştecîh dê bêne veguhestin kampa Caberto. Li kampê 250 cihên niştecihbûnê yên nû dabîn kirine, Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê 250 konên niştecihbûnê dabîn kirine û rêxistina Almanî Care jî alîkariyên pêwîst pêşkêşî malbatan kirine.
Li gorî Diane Cafer, veguhestina awareyan ji gundê Sicî bo kampê dê di çend qonaxan de pêk were, û ev prose bi dilxwazî ye, ne bi zorê.
Lê wek malbatên êzdî bi xwe jî, ku berê xwe dane kampa “nû” dibêjin, ev kon heman kon e û ew ê wek bav û kalên xwe yên bi hezaran sal berê li meydanê bijîn.
Nêzîkî pênc hezar malbatên kesên jicîhûwarkirî (23,600 kes) li kampên Caberto 1 û Caberto 2 dijîn.
Li parêzgeha Dihokê 325,000 aware hene, 135,000 ji wan li 15 kampan belav bûne, û 189,000 êzîdiyên demkî aware bûne li derveyî kampan dijîn.
Dengê Êzdiya
Тэги: