Li Viyanayê (Awisturya) ji bo bîranîna qurbaniyên qirkirina Êzidiyan mîtîngek hate lidarxistin

2022/08/29624-1659652575.jpg
Прочитано: 1465     12:30     05 Август 2022    

Di 3’ê Tebaxa 2022’an de li paytexta Awûstûrya bajarê Viyanayê, li qada navendî ya Katedrala St Stefan, ji bo bîranîna qurbaniyên qirkirina Êzidiyan a 2014’an çalakiyek hate lidarxistin.

Gelek kes ji bo piştgiriya Êzidiyan li qadê kom bûn. Beşdarên çalakiyê ji amadebûyan re behsa bûyerên 8 sal berê li Şingalê bi serê êzdiyan de kirin, zarokan helbest li ser êşa êzdiyên ku rizgar bûne ji kiryarên hovane yên terorîstên ku derbasî herêmên wan bûne, xwendin.

Çalakiyên bi vî rengî careke din îspat dikin ku Êzidiyan li ku dibin bila bibin, ew kiryarên hovane yên ku di Tebaxa 2014'an de li gelê wan hatine kirin, tim bi bîr tînin.

Тэги:

Li Viyanayê (Awisturya) ji bo bîranîna qurbaniyên qirkirina Êzidiyan mîtîngek hate lidarxistin

2022/08/29624-1659652575.jpg
Прочитано: 1466     12:30     05 Август 2022    