Di meha Hezîranê de 135 hezar û 457 welatiyên Rûsyayê serdana Gurcistanê kirin

2022/07/78667-1659048746.jpg
Прочитано: 1655     11:00     29 Июль 2022    

Li gor daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî di meha Hezîranê da 135 hezar û 457 welatiyên Rûsyayê sînorê Gurcistanê derbas kirine. Ev tê wê wateyê ku hejmara welatiyên ji Federasyona Rûsyayê derbasî Gurcistanê bûne li gorî heman heyama par ji sedî 340 zêde bûye.

Di heman heyamê de ji welatên Yekîtiya Ewropayê 28 hezar û 989 kes derbasî Gurcistanê bûne.

Piştî welatiyên Rûsyayê, li gor hejmara ziyaretvanan Ermenistan jî 86 hezar û 565 welatiyên Ermenistanê sînorê Gurcistanê derbas kirin, 69 hezar û 973 kes jî ji Tirkiyeyê hatin.

Îsraîl, Ukrayna û Kazakistan jî di nav wan 7 welatan de ne ku hemwelatiyên wan bi hejmareke mezin digihîjin Gurcistanê.

Hêjayî gotinê ye ku meha borî 19 hezar û 585 kes ji Ukraynayê hatibûn.

Di 6ê Tîrmehê de, Ajansa Turîzmê ya Neteweyî ya Gurcistanê daneyên der barê derbasbûna sînor di Hezîranê de weşand. Daneyên vê saziya dewletê ji daneyên Wezareta Karên Hundir cuda ne.

Li gorî Ajansa Turîzmê ya Neteweyî, di meha Hezîranê de 90 hezar û 239 welatiyên Federasyona Rûsyayê sînorê Gurcistanê derbas kirine.

apsny.ge

Тэги:

Di meha Hezîranê de 135 hezar û 457 welatiyên Rûsyayê serdana Gurcistanê kirin

2022/07/78667-1659048746.jpg
Прочитано: 1656     11:00     29 Июль 2022    