Ambesadorê Çehyayê: Em ê pêkanînên Gurcistanê yên li ser pêşniyarên Komîsyona Ewropayê ji nêz ve bişopînin

2022/07/03-1656744059.jpg
Прочитано: 1296     14:00     02 Июль 2022    

Komara Çehê, weke serokatiya Yekîtiya Ewropayê, wê di nava 6 mehên pêş de pêkanînên Gurcistanê yên li ser pêşniyarên Komîsyona Yekîtiya Ewropayê ji nêz ve bişopîne. Di evê bareyê de balyozê Çek ê li Gurcistanê Petr Mîkîska ragihand.

Diplomat di kongireyeka rojnamevanî de ya di bareya veguheztina Çeh ji Fransa ber bi serokatîya Encûmena Yekîtîya Ewropa ve hêvîya serkevtinê ji Gurcistanê re xwezt, belê da xuyakirin ku evaya pêdivêyî konsensûsa hukûmetê û civakê ye.

Di 23 'ê Hezîranê de lîderên Yekîtiya Ewropayê biryar dan ku perspektîfa Ewropayê ya Gurcistanê nas bikin, lê belê heta ku hin pêşanî bi cih neyên, nexwestin ku welêt statuya namzetekî Yekîtiya Ewropayê tayîn bikin. Komisiyona Ewropa bi lîsteka 12 pêşinyarên corane pêşkêşî Gurcistanê kir Di nav wan de polarîzasyon, de-olîgarşîzasyon, reformên dadgehan û pergala hilbijartinê hene. Nirxandina yekemîn a bicihhatina şert û mercan, divê di dawiya sala 2022 'an de pêk were.

"Em  pêkanînên reforman ji nêz ve bişopînin, ku ji bo vê yekê pêwîstiya civaka Gurcistanê û hikûmetê bi hevkarî û yekîtiyê heye. Nêzîke - divê tu destê xwe dirêj bikî. Bidestxistina statuya welatekî namzet li EU girîng e, ya yekemîn ji bo Gurcistanê bi xwe ye û ne ji bo Yekîtiya Ewropayê ye.Em di vê rêyê de ji we re şîfa xêrê dixwazin.” -Pîotr Mîkîska got.

Dîplomatê Çekyayê diyar kir ku bicihhatina şert û mercên gurcistanê ji bo bidestxistina statuyê di destpêkê de bi hikûmetê ve girêdayî ye û got:

"Pêşniyarên Komîsyona Ewropayê tevlîhev in. Sepandina wan bi temamî girêdayî hikûmeta Gurcistanê ye. Konseya Ewropayê wê encamên xebatan binirxîne û em jî weke welatê serokdewlet di nava vê pêvajoyê de cih digirin."

Sefîr piştrast kir ku "Yekîtiya Ewropa dema wextê wê bê, wê statuya namzetê Gurcistanê bide.

"Em ê hemû hewldanên Gurcistanê yên di warê reforman de ji nêz ve bişopînin. Ev hem bi muxalefet ê hem jî bi hikûmetê re lihevkirin hewce dike û hêvî dikim ku kêşeya statûya namzet beriya dawiya salê çareser bibe.''

"Divê her kes di pêvajoya depolarîzasyonê de cih bigirin. Divê pergala siyasî ji yek partiyê pêk neyê, pirjimarî pêş bikeve. Em li bendê ne ku civaka Gurcistanê axaftineke aram bike ku armanc jê ew e ku bigihîje rêkeftinê. “ -Petr Mîkîska got.

Sefîrê Çekyayê jî teqez kir ku NATO tu carî derfet nade Rûsyayê ku mijara qebûlkirina endamên nû asteng bike.

"Siyaseta NATO-yê ya derî vekirî ku di lûtkeya Bukreşê de hate ragihandin îro jî dixebite û Swêd û Fînlandiya delîlê vê yekê ne. Ev berfirehbûnekê nîşan dide û hêviyek mezin dide welatan ku pirsgirêka wan jî çareser bibe.

NATO wê ti carî destûrê nede Rûsyayê ku li pêşiya berfirehbûna tifaqê bibe asteng . Di van hemû belgeyan de NATO biryarên li Bukreşê bi taybetî li ser Gurcîstan û Ûkraynayê her tim piştrast dike." Petr Mîkîska got.

newsgeorgia.ge

Тэги:

Ambesadorê Çehyayê: Em ê pêkanînên Gurcistanê yên li ser pêşniyarên Komîsyona Ewropayê ji nêz ve bişopînin

2022/07/03-1656744059.jpg
Прочитано: 1297     14:00     02 Июль 2022    