Di raporta Konseya Penaberan a Norwêgiê de rewşa gelê Êzidî

2022/06/54554-1655189421.jpg
Прочитано: 518     12:30     14 Июнь 2022    

Ji bilî nakokî û ewlehiyê, li herêma Şengalê ku nifûsa Êzidî lê dijîn, di mijarên îstîkrarê de du faktorên din ên diyarker hene. Ya yekemîn, rewşeke aboriyê ye ku derfetên kar gelekî kêm in û ya duyemîn jî peydakirina xizmetên bingehîn û destpêkirina karê restorasyonê ye.

Di raporta ku ji aliyê Konseya Penaberan a Norwêgiê ve di Gulana 2022'an de hat weşandin de tê gotin ku wêranî, ewlehî û aloziyên civakî yên berfireh rê li ber vegera nêzî du ji sê parên welatiyên Êzidî yên Şengalê digirin û di heman demê de destnîşan dike ku ji sedî 99'ê kesên ku malên wan zirar dîtine û yên ku daxwaza tazmînatê ji aliyê hikûmetê ve pêşkêş kirine, hê jî tazmînat negirtiye. Di raportê de hate gotin, "Tevî Êzidî, Ereb û Kurdan nêzî 193 hezar kes hê jî di rewşa ji cih û warên xwe bûne de dijîn."

Not, di raportê de, Êzîdî wek gel (kêmnetewa etnîkî, olî, neteweyî) ji kurdan cuda hatine bi nav kirin.

Di raportê de tê gotin ku pevçûnên dawî zêdetirî 10 hezar û 260 kes koçber bûne ku piraniya wan ji şer û paqijkirina etnîkî xelas bûne û ji ber vê yekê Êzidiyên sax bûne neçar man 2-sê caran bibin penaber û penaberên ku ji berê de hatine koçberkirin Di encama lêkolîna nêrîna 1.500 penaberên koçber bûne de der barê nirxandina amadebûna penaberên koçberbûyî de derket holê ku ji sedî 64 ê wan diyar kirine ku xaniyên wan zerareke mezin dîtine (ne di bin restorasyonê de ne) û ji sedî 32 jî der barê rewşa ewlekariyê de fikarên xwe anîn ziman.

Jina Êzidî ya koçbera bi navê Leyla Kassem ji Dahûqê ku mala wê li Şengalê hilweşiya ye wiha dibêje: "Piraniya şêniyên Şengalê xizan in û nikarin xaniyên xwe yên hatine wêrankirin ji nû ve ava bikin û hikûmetê berdêla vê yekê nedaye wan. Rayedarên li Nînovayê bi rengekî vekirî radigîhînin ku maliyeya wan nîne ku tazmînatê bidin gelê Êzidî."

Li ku derê bi sed mîlyon dolaran alîkariya însanî û madî ya ji bo restorekirina Şengal ku ji aliyê welatên Ewropa û DYA ve hat şandin, hînê pirsek e.

Dengê Êzdiyan

Тэги:

Di raporta Konseya Penaberan a Norwêgiê de rewşa gelê Êzidî

2022/06/54554-1655189421.jpg
Прочитано: 519     12:30     14 Июнь 2022    