Banka Neteweyî ya Gurcistanê dest bi kirîna dolaran kir

2022/05/78945-1653464730.jpg
Прочитано: 1879     11:00     25 Май 2022    

Banka Ya Neteweyî ya Gurcistanê, ji sala 2019'an û vir ve yekemcar li hemberî paşxaneya xurtbûna tûj a larîya pereyê neteweyî dest bi kirîna dolaran kir. Berî ya vê bankayê ji bo ku larî nekeve dolaran firot lê ji Adarê ve para Gurcistanê ji sedî 15,7 xurt bûye.
Banka Neteweyî roja Sêşemê di mezada pereyan de 10 milyon dolar kirîbû. Rêjeya danûstandinê ya fermî ya lari ji dolarî re roja Çarşemê 2.8668 GEL/$1 (rêjeya danûstendinê dibe ku di nava rojê de biguhere).
Rêjeya danûstendina lari li hemberî dolarê Amerîkayê ji Gulana 2009'an ve bi rêya komkirina danûstandinan li ser bazara navbankî ya sîstema bazirganî ya Bloombergê hate diyarkirin. Ji 1'ê Sibata 2021'an û vir ve bazara borsayê ya Gurcistanê bi temamî veguheriye sîstema Bmatch Bloombergê.
Koma analîtîk TBC CAPITAL herî dawî hişyarî da û diyar kir ku nîşaneyên "xurtbûna zêde ya lari.
Ev yek jî bi bandorbûna pereyên biyanî li ser hesabê koçber û geştiyaran derbasî welat bû û zêdebûneke tûj di asta veguhestina pereyan ji derve de pêk hat. Li hemberî vê paşperdeyê, nîşanderên hevsengiya derve baştir dibin, asta îstihdamê zêde bûye û mezinbûna buhayan jî kêm bûye.
Enflasyon pirsgirêkeke mezin e û di vî warî de hîn bêhtir xurtbûna lari bi tenê bi kêfxweşî tê pêşwazîkirin. Tevî ku TBC Capital di wê baweriyê de ye ku, li gorî pozîsyona xurt a dolarê li bazarên navneteweyî, pêşbînîyeke bêtir bêalî dibe.
Di lêkolîna heftane de tê gotin ku ev senaryo, di çarçoveya zêdebûna dabînkirina dolaran di bazara danûstandinên biyanî de, midaxeleyên dirav ên ku Bankaya Neteweyî ji bo kirîna dolaran zêde kiriye, ferz dike."
Pereyê neteweyî yê Gurcistanê ji 10 'ê Adarê û vir ve bi lez û bez xurt dibe.
Beriya wê, ji bo sekinandina hilweşîna lari ku di destpêka mehê de gihîşt 3,4 GEL/1 dolarî, Banka Neteweyî ya Gurcistanê neçar ma 39,57 mîlyon dolarî li mezadê bifiroşe.

newsgeorgia.ge

Тэги:

Banka Neteweyî ya Gurcistanê dest bi kirîna dolaran kir

2022/05/78945-1653464730.jpg
Прочитано: 1880     11:00     25 Май 2022    