Yekemîn Forûma Jinên Êzidî ya "Ji bo aştî û Jiyana bi ehv re" li Laleşê pêk hat

2022/05/8784-1653464631.jpg
Прочитано: 1598     12:30     25 Май 2022    

Bi alîkariya Miyan Xeyrî Bey (hevsera lîderê rûhanî yê Êzidiyan li Iraqê Hazem Tehsîn Seîd) û di bin dirûşemeya "Em destê aştiyê dirêjî hemû cîhanê û pêşerojeke baştir dikin" yekemîn Foruma Jinan li mala mêvanan a perestgeha Laleşê, bi amadebûna pêşenga siyasî ya Iraqê, hat lidarxistin aktîvîstên çandî û civakî û rizgarkerên Êzidiyan ji bo piştgiriya gelê Êzidî "Ji bo aştî û jiyana bi hev re ya aştiyane".

Di destpêka merasîma vekirinê ya forûmê de her kesî bi deqeyeke rêzgirtinê li ser giyanê Êzidiyên ku di sala 2014'an de di qirkirina gelê Êzidî de jiyana xwe ji dest dane rêz girtin. Mîan Xêrî xêrhatina hemû beşdarên birûmet kir û bal kişand ser girîngiya xebatên hevgirtî yên bi armanca rêzgirtin a ji bo doza Êzidiyan û piştgiriya xelas û kesên ji ber fermana êzidiyên Şengalê.
Xatûn Mîan girîngiya bidawîkirina êşa koçberên di kampên penaberan de û vegera koçberên koçberbûyî bi dilxwazî û bi ewle li cih û warên xwe destnîşan kir.

Xatûn Amna Zekrî (Nûnera bargeha Barzanî) ku amade bû, behsa rola jinên Êzdî di civaka Iraqê û kurd de kir û tekez kir, ku serok Mesûd Barzanî tekezî li ser ewê yekê kir û daxwaz kir, ku mafê Êzdîyan hebe ku dengên xwe bidin û bihên berçavkirin û giringî pê bihê dan. Qala tiştên ku jinên Êzidî li wan tê kirin kir û anî ziman ku jineke Êzidî cesaret û hêzê dide hev, ji ber ku di demên zehmet de gelek jinên Êzidî rahiştin çekê û bajar û gundên xwe parastin.

Sekretera giştîya encûmena jinan li hukûmeta herêma Kurdistanê Dr. Xanzad Ehmed di dirêjîya bêjedana xwe de da xuyakirin, ku jinên Êzidî ji jinên din ên ku rastî fermanê hatine bi hêztir in û tekezî li ser ewê çendê jî kir, ku heta em mafên xwe yên qanûnî bi dest ve bihînin em dê berdewam piştevanîya jinan bikin.

Viyan Silêman ( Seroka Yekîtiya Jinên Kurdistanê ) tekez kir ku Êzîdî di serokatiya siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê de cîhekî taybet digrin û destnîşan kir ku Serok Mesûd Barzanî rêz li kêmnetewa Êzidî digire û dîrok û çanda wan a kevnar nas dike Destnîşan kir ku divê hemû kes bibin yek da ku neheqiya li ser jinên Êzidî ji holê rakin.

Di civînê de behsa vê yekê hate kirin ku hîn jî bermahiyên bi sedan şehîdan di gorên komî dene û hîn jî bi sedan keç hatine revandin û di destê terorîstên DIŞIê û malbetên wan dene û bi sedan ciwan jî wendane.
Helbestvanê rêzdar Sundus Al-Naccar helbestek xwend ku tê de behsa êş û xerîbiya Êzidiyan dike ku îro mirovekî Êzidî li warê xwe dijî.

Dokûmanterek li ser trajediya bi serê Êzidiyan de hat, ji kesên amade re hat nîşandan. Di dawiyê de nameyên spasiyê pêşkêşî jinên ku roleke girîng û berbiçav di piştgiriya Êzidiyan de lîstine, hatin kirin.

Mlêtê Êzidî

Тэги:

Yekemîn Forûma Jinên Êzidî ya "Ji bo aştî û Jiyana bi ehv re" li Laleşê pêk hat

2022/05/8784-1653464631.jpg
Прочитано: 1599     12:30     25 Май 2022    