IMF'ê soza piştgiriya aborî da Gurcistanê

2022/05/65132-1653376643.jpg
Прочитано: 1196     11:00     24 Май 2022    

Di civîna navbera Serokwezîr Irakli Garibashvili û Birêvebirê Fonda Diravî ya Navneteweyî Kristalina Georgieva li Davosê de, behsa rewşa veberhênanê, pêvajoyên aborî yên heyî, herweha dînamîkên başbûna aborî di serdema piştî pandemîkî de hatin kirin.
Gurcîstan û IMF'ê îsal li ser bernameyeke nû ya sê salan a ji bo welêt li hev kirin. Li gorî peymanan, dayîna di çarçoveya bernameya nû de wê bibe 289 mîlyon dolar (210 mîlyon SDR). Ev mîqdar ji sedî sed kotaya Gurcistanê dihesibîne.
Bernameya nû ya sê salan, dê ji bo parastin û xurtkirina îstîkrara makroekonomîk û fînansî ya Gurcistanê bibe alîkar û her wiha dê tevkarîyê li mezinbûna wê ya bihêz û tevkarîyê bike.
Ji bo pêkanîna bernameyê dest pê bike, divê ji aliyê Desteya Rêveberiyê ya IMF'ê ve bê lêkolînkirin û erêkirin.
Bernameya sê salan a beriya niha bi armanca destekkirina reformên aboriyê yên li Gurcîstanê, ku IMF'ê Nîsana 2017'an erê kiribû, di sala 2021'an de qediya bû. Bi tevahî dayînên di bin bernameyê da 687 milyon dolar bûn.
Georgieva li ser Twîtterê wiha nivîsî: "Em di qonaxa dawî de ne ku mekanîzmayeke fînansê ya rezervan a li ser esasên hişmendiyê ji bo destekkirina reformên li Gurcistanê amade dikin."
Her wiha di hevdîtinê de dest li mijara serlêdana Gurcistanê ya ji bo endametiya Yekîtiya Ewropayê jî hat dayîn. Serokwezîr destnîşan kir ku Gurcistan pirsa Komîsyona Ewropayê ji berê de tije kiriye û niha li benda biryarekê ye.

Тэги:

IMF'ê soza piştgiriya aborî da Gurcistanê

2022/05/65132-1653376643.jpg
Прочитано: 1197     11:00     24 Май 2022    