Bawe Şêx bang li Erbilê û Bexdadyê kir ku rewşa Şengalê çareser bikin

2022/05/87878-1651735372.jpg
Прочитано: 2563     15:30     05 Май 2022    

"Pevçûnên çekdarî rawestînin, zimanê diyalogê bikar bînin da ku aştî û aramî were herêma Êzidxanê" - Bawe Şêx Elî Elyas.
Têkildarî şer û pevçûnên nû yên di navbera artêşa Iraqê û komên girêdayî PKK-ê yên li Şengalayê, serokê olî yê Êzidiyan Bawe Şêx Elî Elyas bang li hikûmeta Iraqê kir ku bila jiyana sivîlên bêguneh li Şengala biparêze û li gorî zagonên navneteweyî yên mirovî tev bigere.
Bawe Şêx tekez li ser pêwîstiya sazkirina diyalogê û bi dawî anîna nakokiyan ji bo bi dest xistina ewlekarî û aramiyê û herwiha girîngiya gehiştina çareseriyekê di navbera Bexdad û Erbilê de bo çareser kirina rewşa devera Şengalê kir.
"Herwiha em bang li Hikûmeta Iraqê û aliyên din dikin ku gelê Êzidî li Şengala biparêzin, li gorî qanûnên navneteweyî tev bigerin û xwe ji operasyonên leşkerî yên li herêmên niştecêkirî û bi taybet di nava bajêr de dûr bixin Em bang li hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê dikin ku çareseriyeke mayinde ji bo herêma Şengalê ya ku hê jî bi komkujiyên komî û êrîşên DAIŞ'ê re rû bi rû ye bibînin. Em bang li rayedarên pêwendîdar ên hikûmeta Kurdistanê dikin ku stargehê bidin malbatên Êzidî yên çûne Kurdistanê", - Lîderê olî yê Êzidiyan got.
Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, di vê demê de hin nûnerên yekîneya xweparastinê ya Şengalê ji bo pevçûn û windahiyên komî yên di nava gelê Êzidî yên aştîxwaz de rû nedin çekên xwe danîn.
Di 9'ê Cotmehê de Erbilê û Bexdadyê ji bo asayîkirina rewşa Şengalê lihevkirinek pêk anîn lê ji wê demê heta niha tiştek neguherî.

Mlêtê Êzidî

Тэги:

Bawe Şêx bang li Erbilê û Bexdadyê kir ku rewşa Şengalê çareser bikin

2022/05/87878-1651735372.jpg
Прочитано: 2564     15:30     05 Май 2022    