Êzidî ji nû ve ji pevçûnên li Şengalê direvin

2022/05/78970-1651568157.jpg
Прочитано: 2209     15:30     03 Май 2022    

Li Iraqê li Şengalê pevçûnên çekdarî ji nû ve destpê kirin.
Nadîa Mûrad a xwediyê Xelata Nobelê ya Êzidiyan nerazîbûn nîşanî rewşê da û li ser twîtterê nivîsand ku malbatên Êzidî yên di dema dawî de vegeriyan malên xwe careke din neçar dimînin birevin.
Wê daxwaz kir ku: "Ez bang li civaka navdewletî dikim ku destwerdanê bikin û hevkariya Hikûmeta Iraqê bikin da ku pirsgirêkên ewlehî yên heyî li herêmê çareser bikin û gelê sivîl biparêzin".
Di 2 -ê Gulanê de zêdetirî 200 malbatên Êzidî ji ber pevçûnên di navbera artêşa Iraqê û komên çekdar ên girêdayî PKK'ê de li Şengalê ji malên xwe koçber bûn.
Navenda Koordînasyona Krîzisa Hevbeş a Kurdistanê ragihand ku ji bo wergirtina malbatên Êzidî yên li Dihokê amadekarî tên kirin.
Li Şengalê rewşa dijwartir dibe: Artêşa Iraqê li wir teqwiye veguhastiye, "Yekîneyên Berxwedana Şengalê" derketina ji herêmê red dike.

Mlêtê Êzidî

Тэги:

Êzidî ji nû ve ji pevçûnên li Şengalê direvin

2022/05/78970-1651568157.jpg
Прочитано: 2210     15:30     03 Май 2022    