Li kampa Al-Xol a Sûriyê jineke din a Êzidî hate dîtin

2022/01/45120-1642058388.jpg
Прочитано: 2541     12:30     13 ЯНВАРЬ 2022    

Birêveberatiya taybetî ya Kurdistana Îraqê bo Êzidiyên revandî ragihand ku herî dawî jineka din ya Êzidî ya ku di sala 2014an de ji aliyê DAIŞ-ê ve hatibû revandin hatiye dîtin Keçek li kampa El-Xol a Sûriyê ku çekdarên DAIŞ'ê dîl hatine girtin û endamên malbata wan lê girtî ne, hate dîtin.
Di hevpeyvînekê de ligel Bsnewsê serokê dezgeha Husên Qayîde got ku roza Emîn Berkat ya 19 salî ku hatiye dîtin dê di çend rojên pêş de vegere Şengalê û dê bi endamên malbata xwe re vegere.
Ji bîr nekin ku di Tebaxa 2014'an de terorîstên DAIŞ'ê êrîşî navçeya Êzîdiyên Şengalê li bakurê Iraqê kirin û li wir bi sedan sivîl kuştin û zêdetirî 6 hezar kes ku piraniya wan jin û zarok bûn revandin.
Li gor dezgehên ragihandinê yên herêmî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê karî bi giştî 3550 Êzîdiyên ku di sala 2014an de ji aliyê çekdaran ve hatibûn revandin bibîne û rizgar bike. Xebatên ji bo zelalkirina aqûbeta 2 hezar û 800 kesên din dewam dikin.

BasNews

Тэги:

Li kampa Al-Xol a Sûriyê jineke din a Êzidî hate dîtin

2022/01/45120-1642058388.jpg
Прочитано: 2542     12:30     13 ЯНВАРЬ 2022    